Milîsên KBDH û HBDH'ê li Dîlokê çalakî kirin

Milîsên Şehîd Besê Anûş ên KBDH'ê û Milîsên Komîteya Kurdistanê ya HBDH'ê ragihandin ku li Dîlokê 2 çalakî kirine.

Di daxuyaniya hevpar a herdu tevgeran de hate gotin, "Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê di 5'ê Adarê de li taxa 8 Martê, milîsên KBDH û HBDH'ê çalakiyeke hevpar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di encama çalakiyê de, hêzên polîsan hatin cihê bûyerê û li dijî wan jî bi molotofkokteyl û fîşekên hewayî çalakî hate kirin. Demekê li qadê şer qewimî. Hêzên me piştre bi rengekî ewle ji herêmê çûn."

Hate ragihandin ku çalakiya duyemîn jî 6'ê Adarê li navçeya Gazîkentê ji aliyê Milîsên Şehîd Besê Anûş ên KBDH'ê ve bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çalakiyê de ku li dijî hêzên polîsan hate kirin, derb li wesayitên zirxtî hate xistin û neçar man ku xwe ji herêmê vekişînin. Wesayiteke weşana zindî ya saziya medya faşîzmê hate şewitandin. Milîsên me yên çalakî kirin piştre bi rengekî ewle ji herêmê çûn."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi rêya her du çalakiyan em 8'ê Adarê li jinên kedkar pîroz dikin, banga têkoşînê li jinan hemûyan dikin. Serketin wê bibe ya jinên berxwedêr, zîhniyet û sîstema faşîst wê têk biçin."