Milîsên HBDH’ê li Mêrdînê agir milkên cerdevanekî xist

Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê li Qosera Mêrdînê agir bi milkên cerdevanekî xist.

Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê got “Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şoreşger a Şehîd Sînan Dêrsim de di 18’ê Gulana 2021’asn de bi şev saet di 01.00’an de li kadîna Umît Kavak ê ku li gundê Akarsû ya Qoserê Mêrdînê cerdevan e, hate şewitandin. Kadîn îmha bûye.

Kontrayê bi navê Umît Kavak ê ku bi salan e di qetlîam û qirkirina li ser gelê Kurd de cih digire ya ku rejîma faşîst a dewleta Tirk bi îmha û asîmîlasyonê dimeşîne. Vî kontrayî îxanet li civak û welatê xwe kiriye, di nav refên dijmin de cih girtiye û bi sermayeya ku ji dijmin stendiye, bi çandiniyê xizmeta dijmin dike. Hemû mal û milkên xwe li ser xwîna gelê û me karkerên me bi dest xistiye. Ev sermaye di şerê qirkirina gelê Kurd de bi dest xistiye.  Hemû kesên alîgirên rejîma faşîst in û îxanetkar in wê bibin hedefa tevgera me ya şoreşger. Ev çalakiya me ji bo bîranîna hevrê Hakî Karer ê ku fermandarekî pêşeng e, hatiye kirin.”