'Mifteya aştiya civakî Abdullah Ocalan e'

KCD, TJA, DBP û HDP’ê li Geverê şahiya gel li dar xist. Di şahiya gel de hate gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yekane mifteya vê çareseriyê ye û bi milyonan kes li pey wî ne.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşmeya “li dijî şer û mêtîngeriyê civaka azad” li eywaneke dawetê ya Geverê şahiyek li dar xist. Gelek kes tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede axivî û diyar kir ku bi ruhê berxwedana 15’ê Tebaxê 40 sal in têkoşîn berdewam dike. Dede anî ziman ku bi çirûskeke biçûk têkoşîn li her qadê belav bû. Dede destnîşan kir ku mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye û got: “Paradîgma û fikra Abdullah Ocalan li her qadê mezin bû. Em jiyaneke demokratîk, wekhev û azadîxwaz dixwazin. Birêz Abdûllah Ocalan, yekane mifteya vê çareseriyê ye û bi milyonan kes li pey wî ne. Em ê paradîgmaya Abdullah Ocalan li her qadê mezin bikin ji ber ku mijteya aştiya civakî Abdûllah Ocalan e.”

Piştî axaftina Dede her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” berzkirin.

Şahî bi gotina stranên stranbêjên herêmî bi dawî bû.