Mexmûriyan êrîşa li ser Şengalê şermezar kirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşa hewayî ya li ser Şengalê hate şermezar kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî( Mexmûr) êrîşa bi droneyên çekdar adewleta Tirk ya li ser Şengalê pêk hatî, li avahiya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê hat şermezar kirin.

Beriya ku daxuyanî were dayîn, ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê daxuyanî ji aliyê Mamoste Sedîq Benek ve hat dayîn. 

Sedîq Benek di destpêka axiftina xwe de bal kişand ser êrîşên hewayî û got: “Di êrîşa dewleta faşîst a Tirk de Endamê Meclîsa Xweseriya Şengalê Merwan Bedel li gel du zarokên xwe bûn hedefa balafiran, di encama êrîşê de Merwan Bedel şehîd dikeve. Ev êrîşek hovaneye û em vê êrîşê şermezar dikin. Dema em li dîrokê dinêrin hişmendiyên faşîst ji bo serbikevin her tim pêşengên gelê Kurd dikin hedef. Lê Tevgera Azadiya Kurdistanê ev hişmendiya dewletên faşîst pûç kirine. Edî li şûna her pêşengekê bi dehan pêşeng derdikevin. Ne firokeyên dewleta faşîşt, ne jî hefkariya Iraqê û PDK’ê nikare gelê Kurd ji yekîtî, ax û Serokatiya wî qût bike. Em hêvî dikin ku ji niha û şûn ve herkes ji bo xweseriya Şengal û Gelê Kurd rêzdar be. 

Di daxuyaniyê de herî dawî ev bang hat kirin. “Em bang li hemû raya giştî dikin ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin, derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo,’ ‘ Şehîd Namirin’ bi dawî bû.