Mexmûriyan êrîşa li ser Şengalê bi tundî şermezarkirin

Li Mexmûrê ji bo şermezerkirina êrîşên li ser Şengalê meşekî gîrseyî hat lidarxistin. Mexmûriyan êriş şermezarkirin û gotin: “Emê li hemberî êrîşên wan u fermanên wan serî na tewînîn.”

Dewleta Tirk a dagirker di 7’ê Kanûnê de êrişeke hewayî li ser Şengalê pêkanîbû ku di encamê de Hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şehîd bibû. Piştî wê êrişê bi du rojan careke din êrişeke hewayî li ser Meclisa Gel a Xanesorê pêkanî.

Li Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker saet 15:00’an meşek girseyî hat lidarxistin. Meş li ber deriye Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û heya Navenda Çand û Hûnerê berdewamkir. Di meşe de Maxmuriyan pankartên li ser hatibûn nivîdandin “Li hember îxanetê yekîtiya gelan wê serbikeve” û “Bila NY, dewleta Iraq û hikûmta Herêmê li erkê xwe xwedî derkeve” hilgirtin. Her wiha bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bimre îxanet” û “Bîjî berxwedana Şengalê” berzkirin. Piştî ku girse gihîşt Navenda Çand û Hûnerê li vir daxuyanî hat dayîn.

Beriya daxûyanî destpê bike ji bo giyanê tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Mecilsa Gel Hecî Kaçan ve hat dayin. Kaçan beriya her tiştê bi navê tevahî şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî berxwedana civaka Şengalê ya ji bo jiyanek bi rûmet û azad û çanda têdikoşe bi rêzdarî silav kir û got; “Em Şehîdên 74 fermanan û taybet pêşengên gele me yê Êzidî Mam Zekî, Zerdeşt, Merwan Bedel û tevahî şehîdên me bibîr tînîn. Di navbera 4 rojan de dewleta Tirk a faşîst Hevserokê Meclîsa Gel Merwan Bedel hedef girt û şehîd xistin. Pîştî 2 rojan jî êrîşî avahiya Meclîsa Gel kirin. Ew êrişa li ser Şengalê tê wateya fermaneke nû, divê kesên ku xwedî exlaq û wijdan bêdeng nemînin.”

Kaçan di dewama axaftina xwe de bal kişande ser helwesta Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya li dijî êrîşa ku li ser Şengalê û wiha pêde çû: Êrişa li ser Şengalê, her ciqasê encam ne girtibe û windahî nebe jî, lê em niyet û armanca dijmin baş dizanin. Dijminê hov, faşîst û xwînmêj û hevkarên xwe yên xayîn bila baş bizanin ku emê li hemberî êrîş û fermanên wan serî natewînîn û emê her tim têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Piştî daxûyaniyê çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.