Metirsî li ser tenduristiya girtiyên li Patnosê heye

OHD, TUHAY-DER û Baroya Wanê li ser Girtîgeha Tîpa L a Patnosê raporek amade kirin. Di raporê de hate ragihandin ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin.

Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) Şaxê Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) û Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Wanê ji ber vîrûsa koronayê û gefên li dijî girtiyan çûn serdana Girtîgeha Tîpa L a Patnosê û raporek hevpar amade kirin.

Di raporê de tê gotin, her çiqas tevdîrên li dijî koronayê hatibin girtin jî lê têr nakin û mafê tenduristiyê yê girtiyên li Girtîgeha Pantosê hatine kêmkirin, girtî birêkûpêk nayên dermankirin û rayedarên girtîgehê derbarê weqayan de zelal nêz nabin.

AV Û XWARINA NEPAQIJ DIDIN GIRTIYAN

Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber girtî nikarin xwe bigihînin mafên xwe yên tenduristiyê jiyana wan di bin rîskê de ye û kelûpelên paqijiyê bi bihayek giran difiroşin girtiyan. Di raporê de hat gotin tevdîrên mesafeyê jî nayên girtin û vîrûsa koronayê girtiyan dixe bin talûkeyek mezin. Di raporê de hat diyarkirin ku pirsgirêka ava nepaqij, bi kurmik û bêhna pîs didome û bi heman avê xwarin çêdikin û kurmik di xwarinê de derketine û ji bo tenduristiya girtiyan divê demildest tevdîr werin girtin. Di raporê de hat xwestin lazime girtiyên nexweş û extiyar jî demildest werin berdan.