Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin

Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin ku li dijî tecrîda Îmraliyê bedena xwe dabû agir.

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin ê Wanê, li Mêrdînê meşa xwe didomîne. Meşvanên Azadiyê ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya, parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî di nav de serdana malbata Bûbo Taş ê di 12’ê çileya 2023’yan li Taxa Îstasyonê ya girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike laşê xwe da ber agir, kirin.

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya ya di serdanê de axivî, bal kişand ku 15 sal in tecrîdeke girankirî li ser Ocalan heye û anî ziman ku ji bo êşên mezintirk neyên kişandin ketine rê. Kaya, diyar kir ku heta Ocalan azad bibe dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Bila aştî pêk were û gelê kurd ji bin zilmê derkeve. Em naxwazin heman êşan bikişînin.”

Keça Taş, Havva Taş jî wiha got: “Şehîd şehîdê me hemûyan e. Azadî dê ji bo me hemûyan were.”

Serdan bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

BÛBO TAŞ LI PEY XWE NAMEYEK HIŞTIBÛ

Bûbo Taş ê laşê xwe dabû ber agir di nameya ku 12’ê çileya 2023’yan li pey xwe hişt de wiha gotibû: “Ez bi ken diçim. Ez bi evin û vîna xwe diçim. Ez di bin zextê de naçim. Bila kes xelet fêm neke. Ev çalakî, çalakiyeke, siyasî ye. Ji bo serokatiya me ye. Ez dixwazim hûn vê fêm bikin.”