Meşvanên Azadiyê: Pirsgirêka Kurd wê bi Abdullah Ocalan çareser bibe

Meşvanên Azadiyê dema gihiştin Qoserê bi coş hatin pêşwazîkirin. Di meşê de peyama “Pirsgirêka Kurd wê bi Abdullah Ocalan çareser bibe” hate dayîn.

Meşvanên “Meşa Mezin a Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a kurd, 1’ê sibatê hatiye destpêkirin, gihiştin navçeya Qosera Mêrdînê. Meş ji du baskan destpê kir û meşvanên di baskê Wanê de cih digirin di roja 10’emîn de ji hêla sedan kesan li Otogara navçeya Qoserê, bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Gel Meşvanên Azadiyê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” bi dahol, zirne, erbane û çepikan pêşwazî kirin. Welatiyên li vê derê bi Meşvanên Azadiyê re girtine govendê, piştre ser cadeya nexweşxaneyê meşiyan. Ji 7 salî heya 70 saliya xwe her kesek tevlî meşê bûn. Jinên tevlî meşê bûne cilên herêmî li xwe kirin.”

Hin welatiyên astengdar jî bi erebeya bitekel tevlî meşê bûn. Meş bi dirûşme û stranan dom kir û kesên ji rê derbas bûne û esnafên derdor, meşvanan bi çepik û dirûşman silav kirin.

Meşvanên Azadiyê ji bo Ûgûr Kaymaz ku di 12 saliya xwe de bi 13 guleyan li gel bavê xwe li pêşiya mala xwe hatibûn qetilkirin, merasîma bîranînê lidar xistin. Bîranîn li Bulvara Ûgûr Kaymaz, cihê ku Kaymaz û bavê xwe lê hatibûn qetilkirin, hat lidarxistin. Piştî merasîmê meşvan ber bi Qada Azadiyê ve meşiyan û ji hêla komeke din a li benda wan bû ve, bi coş hatin pêşwazîkirin. Girse gelek caran dirûşmên “Ciwan fedaiyên Serok Apo ne”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok Jiyan nabe” berz kirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di Qada Azadiyê de axaftinek kir û wiha got: “Em wek Meşvanên Azadiyê, ev 10 roj in ji bo azadiya birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, di rêyan de ne. Em îro jî li Qoserê ne. Ji bo piştgiriya we em spas dikin.”

Keskîn destnîşankir ku ew bi sedan sal in ku hesreta azadiyê dikêşin û wiha pê de çû: “Me bi vê hesretê, meşa xwe da destpêkirin û heya em digihijin armanca xwe em ê meşa xwe bidomînin. Ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Çawa ku me heya niha serî li vê tecrîdê netewand, dê ji îro şûnde jî serî netewînin. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi muxabatê wê re, demildest were çareserkirin. Ev pirsgirêk ne tenê ya me û ya dayikan e. Ev pirsgirêk pirsgirêka her kesê ye. Heke em ê jiyaneke wekhev û birûmet bijîn, divê ev pirsgirêk bi muxabatê xwe re were çareserkirin. Ji ber wê sedemê me berpirsyariya vê meşê girt ser xwe. Werin em bibin milyon û jiyana azad û wekhev ava bikin. Heya ku em serkeftinê bi dest dixin, em ê berdewam bikin. Her bijî Qoser.

Piştî axaftina Bayindir Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiya Qoserê Hamdiye Tûrgay û Zeynî Îpek jî axaftinek kirin. Namzetan anîn ziman ku ew li hember têkoşîna gel a mafdar, bi rêzdarî diçemin û dan zanîn kû tu hêz dê nikarin li pêşiya têkoşîna gel a mafdar bisekine.”

Meşvanên Azadiyê piştî pêşwazîkirinê, ji bo serdanê çûn avahiyê rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê.