Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn

Meşvanên Azadiyê serdana gora Ceylan Onkol kirin ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bi rê ketibû, gihişt navçeya Liceyê ya Amedê. Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol a ku di 28’ê îlona 2009’an de li mezraya Xanbaz a Lice ya Amedê bi topên hewanê yên artêşa tirk hatibû qetilkirin, li ser gora wê bi bîr anîn. Bîranîn, li ser gora Onkol a li goristana gundê Dolekê yê girêdayî Dara Hênê ya Çewligê hate lidarxistin. Dayika Onkol, Saliha onkol û şêniyên gund jî tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de ji ewil dua hatin xwendin û piştre jî Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkun Parlak axivî. Parlak, ev tişt anî ziman: “Ji ber polîtîkayên dewletê yên li Kurdistanê, ji salên 1990’an heta niha gelek mirov bi hovane hatin qetilkirin. Li dijî daxwazên demokratîk, şerekî gelekî qirêjî hate meşandin. Gelek malbatên me neçar man ku koçî metrepolan bikin. Yên ku şer herî zêde bandor lê kirî jî jin û zarok bûn. Zarokên ku rastî polîtîkayên pişaftinê hatin û bi bombeyan hatin qetilkirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Parlak zarokên li Kurdistanê bi wesayîtên bizirx û guleyên leşker û polîsan hatine qetilkirin bi bîr anî û wiha pê de çû: “Ev komkujî nayên qebûlkirin. Zarokên me nikarin li ser xaka xwe bi awayeke azad bijîn. Armanca meşa me jî ew e ku zarokên me bikarin li ser xaka xwe bi awayeke azad bijîn. Em dixwazin zarokên me bi zimanê dayikê bên perwerdekirin. Li dijî daxwazên demokratîk, şer û tecrîd roj bi roj tên girankirin. Yek ji armanca meşa me jî ew e ku tecrîda heyî teşhîr bikin û bikin ku birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Heke em bikarin vê pêk bînin, dê zarokên me jî li ser xaka xwe azad bijîn.”

Parlak, bi lêv kir ku sûcên ku leşker, cerdevan û leşker li Kurdistanê dikin bi polîtîkaya necezakirinê tên xelatkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em jî dê têkoşîna xwe ya li dijî vê mezin bikin. Ji bo her kesên sûc kirine bên cezakirin, dê tişta ji destê me tê bikin. Em ê nehêlin xeyalên zarokên me nîvco bimînin. Her zarokê me winda kirî dê di têkoşîna me de bijî. Ceylanek hate qetilkirin lê îro li Kurdistanê bi hezaran Ceylan hene. Li her malekê navê zarokekê Ceylan e. Em ê vê komkujiyê ji bîr nekin û hesaba wê bipirsin. Heta ku birêz Ocalan azad dibe jî dê meşa me bidome. Dayik êdî aştiyê dixwsazin. Herî zêde canê wan diêşe. Divê pirsgirêka kurd demek beriya demekî bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.”