Meşvanên Azadiyê bi Sûryanî û Ereban re civiyan

Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ên gihaştin Mêrdînê, bi Sûryanî û Ereban re civiyan.

Baskê Wanê ya ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 9'emîn a meşê de li navçeya Artuklu ya Mêrdînê hevdîtin pêk anîn. Meşvanan Manastira Deyrulzafaran ziyaret kirin. Meşvanên ku ji aliyê Metropolîtê Civata Suryaniyan Salîba Ozmen ve hate pêşwazîkirin, demekê bi Ozmen re sohbet kir. Ozmen meşvan li manastirê gerand.

'TÊKOŞÎNA GEL DESTKEFTIYAN BI XWE RE TÎNE'

Meşvanan piştre çûn serdana Komeleya Ereban. Sakîne Demîr ku dayika Sêvê Demîr a di dema qedexeyên derketina derve de ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qetilkirin jî li vir axivî û wiha got, “Eger mirov rabin ser piyan, wê ev têkoşîn bi encam bibe. Di encama têkoşîna gelê Kurd de heta van rojan em hatin. Destkeftiyên ku me bi dest xistine bi têkoşîna gelan pêk hatiye. Gelê Kurd aştiyê dixwaze. Divê tecrîda li ser Serok (Ocalan) were rakirin, girtiyên di girtîgehê de werin berdan. Ew li hundir li ber xwe didin dayik jî li derve."

Rêveberê Komeleyê Alaaddîn Tûran jî anî ziman ku ew piştgiriyê didin Meşa Azadiyê.

Meşvan piştre derbasî avahiya DEM Partiyê bûn. Meşvan wê sibê derbasî Qoserê bibin.