Meşvanên azadiyê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hatin pêşwazîkirin

Meşvanên Azadiyê li Mêrdînê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Di çalakiyê de peyama ‘Meşa me wê tecrîdê bişkîne’ hat dayîn. Meş li her derê bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" tê pêşwazîkirin.

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd di 1’ê Sibatê de li Qers û Wanê hatibû destpêkirin didome. Baskê Wanê di roja 9’emîn de li pêşiya avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Nisêbînê ber bi Mêrdînê ve hate oxirkirin. Di ketina navenda Mêrdînê de meşvanan gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Wesayîtên di rêyê de diçûn jî bo qorneyê piştgirî dan çalakvanan. 

Meşvan, piştre jî derbasî gundê Mensuriyeyê yê navçeya Artukluyê bûn û li vir bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Li gundê Mensuriyeyê dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û welatiyan çîçek dan meşvanan. Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik jî di nava kesên meşvan pêşwazîkirin de bûn. Meşvanên Azadiyê bi def û govendan hatin silavkirin.

Meşa ku li Mêrdîna Kevin hate lidarxistin bi serdana esnafan dom kir. Di dema meşê de dirûşmên “Bijî azadî, bimre koledarî”, “Jin, jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Eleqeyeke zêde ya gel ji bo meşê hebû. Di meşê de her wiha pankarta “Li dijî tecrîdê Rabe” hate vekirin û dirûşma “Ciwan serî li ber faşîzmê natewînin” hate berzkirin. Meşvanên Azadiyê stranên “Girtiyên Azadiyê” û "Zindana Diyarbekir" gotin. Esnafan, meşvan li ber derî pêşwazî kirin. Meşvanên Azadiyê esnaf silav kirin û welatiyên di trafîkê de jî bi qorneyan piştgirî dan.

‘FAŞÎZM Û POLÎTÎKAYA DIJMINATÎ TÊ PÊK ANÎN’

Piştî meşê, girseyê li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordu li vir axivî û wiha got: “Em bi hev re di vî baxçeyê gelan de jiyan. Gelên me bi hev re têkoşiyan. Vê faşîzmê cihêkarî li her gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn kir. Li dijî wan polîtîkaya dijminatiyê meşand. Em ê bi hev re tecrîdê rakin. Tecrîda li Îmraliyê êdî veguherî tecrîdeke wisa ku li tevahiya gelan, jin, kedkar û karkeran jî tê ferzkirin. Lewma jî me her tim got ku divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin, pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, pêvajoya guftûgoyê bê destpêkirin û aştî pêk bê. Heta ku tecrîd tê şikandin jî dê meşa me bidome.” 

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Artukluyê Fîlîz Yucesoy û Mehmet Alî Amak jî di nava girseya meşvan pêşwazîkirin de bûn û gotin ku dê têkoşîna xwe ya ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bidomînin. 

Piştî daxuyaniyê jî meşvan çûn serdana malbatên di Nobeta Edaletê de.