Yek ji fermandarên HPG'ê yên ji Başûrê Kurdistanê Hîwa Hamît bi nasnav Helwest Partîzan, di sala 1982'an de li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû.
Rejîma Baasê ya Iraqê, piştî sala 1988'an de bi polîtîkaya Enfalê dixwaze gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê tine bike. Piştî komkujiya Helebçeyê, zextên li ser gelê Kurd zêde dike. Di wê demê de mîna gelek malbatên Kurd, malbata Helwest Partîzan jî neçar dimîne di destpêka salên 1990'î de koçî Hewlêrê bike. Civaka Başûrê Kurdistanê di vê demê de di nava şerekî giran de ye. Helwest Partîzan heta dibistana navîn dixwîne. Di nava rewşekê de ku êşên Helebçeyê hê zindî ye, bi rastiya netewe û dijmin mezin dibe. Helwest li dijî van komkujiyên li gelê Kurd tê kirin dixwaze tiştekî ji bo gelê xwe û Kurdistanê bike. Agirê azadiyê mohrê li dema ciwantiya wî dixwe û Partîzan di vê demê de dikeve nava lêgerînekê. Sala 1992'an de dema şerê Başûr e. Pismamê Helwest tevlî nava refên PKK'ê dibe. Helwest jî bi vê yekê re têkoşîna azadiyê ya Kurd nas dike. Di sala 1995'an de dixwaze tevlî nava refên PKK'ê bibe. Lê belê ji ber ku emrê wî hingî biçûk e, tevlîbûna wî nayê qebûlkirin. Helwest Partîzan, piştî ku kekê wî di sala 1996'an de tevlî nava PKK'ê dibe, dixwaze careke din şensê xwe biceribîne û tevlî nava refêng erîla dibe. Di meşa xwe ya çiyê ya 21 salan de, di serî de li Xakurkê, Zagros, Zap, Amed, Garê, Garzan, Dersîm û Mêrdînê li gelek çeperên çiyayên Kurdistanê gerîlatiyê dike.
HIŞMENDIYA NETEWEYÎ YA KURD
Helwest Partîzan, di dema operasyona tinekirinê ya dewleta Tirk a bi navê 'Operasyona Sandîvîc' de ku li Başûrê Kurdistanê meşand, li qada Xakurkê gerîla bû. Partîzan gelekî hêrs dibe ku PDK di vê operasyonê de cihê xwe li gel dewleta Tirk digire. Ev yek dibe sedem ku sala 1997'an ji bo Partîzan bibe salan pêşveçûna hişmendiya neteweyî ya Kurd.
PARTÎZAN BERSIVÊ DIDE ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK
Helwest Partîzan heta sala 2002'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê têdikoşe. Di heman salê de berê xwe dide Amedê. Partîzan di sala 2006'an de li Başûrê Kurdistanê vedigere û ji bo bibe bersiv ji tecrîd û êrîşa jehrkirinê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, di sala 2008'an de careke din vedigere Amedê. Di serdemeke bi vî rengî de ku şerê gel ê şoreşgerî û çalakiyên gerîla bi xurtî dihat meşandin, Partîzan di asta pêşengtiyê de tevlî têkoşîna gerîla bû. Li Dersîmê bi çalakiyên xwe û bi jiyaan xwe, ruhê serdemê diparast.
Dewleta Tirk di 24'ê Tîrmeha 2015'an de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd dest bi operasyonên tinekirinê dike. Di van operasyonan de, êrîşî berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê bi taybetî li Gimgim, Cizîr, Şirnex, Sûr û Nisêbînê kir û xwest gelê Kurd tine bike. Li hemberî van êrîşên dewleta Tirk, ji bo berxwedana dîrokî û rûmetê ya gelê Kurd, mîna hemû gerîlayan dixwaze derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û tevlî vê berxwedanê bibe. Partîzan bi vê daxwazê di sala 2016'an de diçe herêma Mêrdînê. Di nava gelek çalakiyên dijî artêşa Tirk de cih digire. Di 19'ê Mijdarê de, li herêma navbera gundên Sirincak û Kutbê yên li herêma Bagokê ya Mêrdînê, li dijî artêşa Tirk di şer de tevî hevrêyê xwe Zafer Bagok jiyana xwe ji dest dide.
KESAYETEKÎ BI MÎNAK BÛ
Helwest Partîzan, ku pîvanên exlaqî û hevgirtina PKK'ê bandor lê kiribû, di meşa gerîlatiyê ya 21 salan de, her bi coş bû. Partîzan bi sekna xwe, bi kesayetiay xwe, bi jiyan û têkoşîna xwe bû kesayetekî mînak. Bi hêz û moralê ji aliyê her kesî ve dihat naskirin. Jiyana xwe fedayî gelê Kurdistanê kir û bi baweriya ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurd jiya.
'LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ ŞEREKÎ BÊ EMAN MEŞAND'
Ji fermandarên HPG'ê Helwest Partîzan, di nava têkoşîna gerîla de li herêmên mîna Amed, Dersîm û Mêrdînê bi erkên gelekî girîng rabû. Bi tecrûbe û hunera xwe, fermandarekî xurt bû. HPG'ê li ser Partîzan wiha digot: "Hevalê Helwest dizanî bû, ku milîtanbûyîn ew e, di nava her şert û mercî de li ser xeta Apoyî were jiyîn. Herî dawî di Fermandariya Eyaleta Mêrdînê de bi erk û berpirsyariyê rabû. Di şerê gel ê şoreşgerî de li dijî dagirkeriyê şerekî bê eman meşand."
Helwest Partîzan ku şoreşgerekî rasteqîn bû, bi rojnivîsa xwe ya li herêma Dersîmê nivîsandî, rêya gerîla ronî dike. Gelek nivîs, gotar, helbest û bîranîn nivîsand. Partîzan piştre bi Tirkî hîn bû û bi navê 'Topragin Gelînî' romanek nivîsand.