Meşvanan şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn

Şandeya ku Meşa Azadiyê didomîne, şehîdên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” bi bîr anîn.

Meşvanên “Meşa Mezin a Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a kurd, 1’ê sibatê hatiye destpêkirin, piştî meşa li navçeya Qosera Mêrdînê bi hezaran kesan hate lidarxistin, bernameya xwe bi serdana goran berdewam kirin.

Şandeya ewilî serdana gora yek ji pêşengên PKK’ê Ferhat Kûrtay ê li dijî êşkenceya dermirovî xwe şewitand kirin û li vir rêz girtin. Parlamenterê DEM Partiyê Onûr Duşunmez piştî rêzgirtinê axivî.  

Şande pişt re serdana gora xebatkarê Çapemeniya Azad Ahmet Araç ê di serhildanên li bajarên bakurê Kurdistanê yên sala 2006’an de hate qetilkirin, kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Mîhdî Tûnç, diyar kir ku dê xwedî li bîranînên wan derkevin.

Rawestgeheke din a şandeyê jî bû gora parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sînca ê di sal 1993’yan hate qetilkirin. Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz anî ziman ku têkoşîna demokrasiyê ku Sîncar ji wan re hiştiiye weke mîrate dewr girtine. Aydenîz, diyar kir kir ku bi Meşa Azadiyê ya 10 berdewam dike dê vê têkoşînê pêşvetir bibin.

Şandeyê dû re serdana gora Mehmet Halît Oral ê li dijî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 15’ê Sibatê de pêk hat, bi gotina “Hûn nikarin roja me tarî bikin” li girtîgeha lê laşê xwe da ber agir, kirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê şandeyê parlamenterê Mêrdînê George Aslan axivî û soza mezinkirina têkoşîna azadiyê da.

Baskekî Meşvanên Azadiyê yê li gundê Mêrga Erba ya Qoserê ji aliyê malbatê ve hate pêşwazîkirin, piştre bi malbatê re serdana gora Medya Çinar a li goristana gund kirin.

Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya ya piştî duayên hatin kirin li vir axivî, bi bîr xist ku meş di roja 10’emîn de ye û got: “Armanca vê meşê ji bo ku Medya û hevrêyên wê êdî binax nekin û ji bo azadiya Serokatiyê ye. Tecrîda li ser Serokatî li ser jinan û ciwanan û li ser hemû Kurdistanê ye. Medya hevalê jî ev tecrîd qebûl nekir û di sala 2019’an de ev çalakî lidar xist. Em ê heta Kurdistana Azad biafirînin têkoşîna xwe bidomînin. Şehîd namirin.”

Piştî serdanên hatin kirin, Meşvanên Azadiyê derbasî navçeya Dêrikê bûn.