BI DÎMEN

Meşên li Elmanyayê: Tecrîd wê bi çalakiyan bê rakirin

Meşên Dirêj ên li Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, dewam dikin.

Meşa dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bajarê Heilbronn heta Stûttgart Elmanyayê didome. Meşvan heta niha bi qasî 60 kîlometreyan meşiyan. Îro li gara trenê a Ludwigsburg wê dest bi  meşê bikin û berê xwe bidin ber avahiya Parlamenta Eyaletê ya li Stûttgartê. Kurdistanî wê dosyayekê li ser armanca çalakiya xwe radestî rayedaran bikin. Meş bi tevlîbûneke xurt a jinan didome.

DARMSTADT

Meşa dirêj ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a  li bajarê Darmstadtê heta Parlamentoyên eyaletên Mainz û Wiesbadenê destpêkirî di roja 3. de ye.

Bi qasî 80 kes ji Maînzê ber bi Wîesbadenê ve dimeşin. Komîteya Amadekar a NAV-DEM'ê li vir daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk û hat gotin, "Kiryarên dij mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û tecrîda li ser Rêbertî ancax bi çalakiyan dikarin ji holê werin rakirin."

NAV-DEM'ê bêdegiya sazî û dewletên Ewropa rexne kir û got  "dev ji van politîkayên dirûtiyê berdin."

Meşa dirêj wê bi radestkirina dosyayekê ji bo eyaleta parlamentê û bi mîtîngekê li Wiesbadenê bi dawî bibe. Navendên Civaka Kurd yên li Mannheim, Darmstadt, Gissen, Mainz û  Frankfurt tevlî meşê bûne.