Meşa ku ji Rotterdamê destpê kirî tevî provakasyonan jî bi kelecan didome

Meşa ku bi daxuyaniya komîteya çapemeniyê ji pêşiya avahiya Şaredariya Rotterdam a Hollandayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, dewam dike.

Di daxuyaniya komîteya meşê de hate diyarkirin ku bi daxwaza ‘Ji Ocalan Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû’ meş hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku polîtîkayên şer ên qirêj ên deweta Tirk dewam dike, bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku erka didevin ser milên wan bi cih bînin.

Meşa ku ji Rotterdamê destpê kir, di rê de hinek caran faşîstên Tirk bi gotinî û fîzkî ketin nava hewldanê êrîşan. Dema ku kedkarên çapemeniyê hewldan ku êrîşên faşîstan tomar bikin, polîsên Hollanda bi awayekî tund mudaxeleyî wan kir, ev mudaxele jî bal kişand ser xwe.

Êrîşa polîsan a bi kulman mudaxele kir ji aliyê çalakgeran ve nerazîbûnên tund hatin raberkirin, tevî hemû hewldanên provakasyonan jî çalakger bi biryar û israr in çalakiya xwe bidomînin.

Di meşê de sirûd tê xwendin û dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî tên qîrkirin.