BI DÎMEN

Meşa ji bo azadiya Ocalan a li Nîedersachenê didome

Meşa Kurdistaniyan a li Nîedersachenê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.

Meşa dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li eyaleta Nîedersachenê (Saksonya Jêrîn) hat destpêkirin, di roja 3. de bi çoşeke mezin dewam dike. Meşê îro saet 10:30 de li ber gara trenê Anderten-Misburg a Hannoverê dest pê kir.

Di meşê de bê navber dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Em hemû Ocalan in' tên qîrîn. Meşvan her wiha li ser armanca çalakiya xwe belavokan belav dikin.

Tê payîn ku girseya gel îro xwe bigihîne ber Parlamenta Eyaletê. Dosyayên li ser armanca çalakiyê wê radestî rayedarên Parlamentê bên kirin û ji çapemeniyê re bên eşkerekirin.

Çapemeniya Elman jî meşê bi baldarî dişopîne.