Meşa HDP'ê bû tirsa dilê AKP'ê

Beriya meşa HDP'ê ya ber bi Enqereyê ve, piştî biryara qedexeyê ya li Colemêrg, Wan û Tekîrdagê, li Şirnexê jî "çalakî û xwepêşandanên" li bajêr li gel ketin û derketina nava bajêr hatin qedexekirin.

Walîtiya Şirnexê, beriya meşa HDP'ê ku wê ji Colemêrg û Edeneyê dest pê bike, 15 rojan çalakî û xwepêşandanên li bajêr qedexe kir. Ji bo vê biryara ku doh ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Bajarê Şirnexê ve hate wergirtin, şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) weke hincet hate nîşandan.

Desteyê xwepêşandan, meş, mîtîng, kombûna li derve, çalakiya şermezarkirinê, çalakiya rûniştinê, greva birçîbûnê, danîna standan, vedana kon, kampanya îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokan û daliqandina posteran ji bo 15 rojan li bajêr qedexe kir.

Balkêş e ku desteyê ji hêzên dewleta Tirk xwest, ku bi "baldarî" tevbigerin û nehêlin ku di pêkanîna biryarê de kêmasî hebe.

Biryarên bi heman rengî li Colemêrg, Wan û Tekîrdagê jî hatibûn wergirtin.