Meşa gelê Başûr: Dewleta Tirk li ser xaka me bicehenime!

Di meşa li dijî dagirkeriyê ya li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê de dirûma “Dewleta Tirk li ser xaka me bicehenime!” hate qîrkirin.

Li bajarê Silêmaniyê meş li gorî saeta 16:00’an li ser Rêya Saholeke destpê kir. Di meşa li ser banga Eniya Netewî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hate kirin de, dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Kurdan hate protestokirin.

Meşa ku heta Parka Nalî destpê kir nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen, li gel partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi hezaran welatî tevlî bûn.

Di meşê de pankarta, 'Wê xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewelet Tirk a li ser Kurdistanê raweste' hildan. Herwiha dirûşmeyên weke; "Şervan in, gerîlan in û pêşmergeyin', 'Em xelkê Silêmaniyê li dijî dagirkeriyê ne' û 'Derkevin derkevin dagirkeran', 'Bakur, Başûr û Rojhilat yek armanc û yek armanc' û 'Qendîl kelha berxwedanê ye.' berz kirin.

Piştî ku meş gihişt Parka Nalî daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniya ji aliyê Cîhad Kerîm ve hatî xwendin de wiha tê gotin: "Divê tevahiya beşên civakê û bi taybet jin û ciwan li dijî dagirkeriyê rawestin û bibin mertalên zindî. Timî ser piyan bin. Herwiha divê hikûmet û parlamentoya bêdengiya xwe bişkênin û parlamentoya Herêma Kurdistanê rûniştinek taybet li ser dagirkeriyê pêk bîne."

 Bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê hate kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin xwedî helwest û hate diyar kirin ku divê bi eşkere helwesta xwe zelal bikin û wiha tê gotin: "Divê hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê demildest dagirkerên Tirk derbixin derve û biryara herdu hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê bêxin meryetê."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî tê kirin ku bêdengiya xwe ya li dijî dagirkeriyê bişkênin û ev tişt hate gotin: "Divê hemû aliyên siyasî xwe yek alî bikin. Herwiha divê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê zextê li Tirkiyeyê bikin, ji bo rawestandina êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê."

Her wiha di çalakiyê de bang li rejîma Îranê hate kirin ku darvekirinên girtiyên siyasî yên Kurd û bi taybet Ramîn Hisên Penahî rawestîne.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.