Li Krasnodarê Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin

Kurdên li Krasnodarê bi daxuyaniyekê nerazîbûnên xwe yên li hemberî Komploya Navneteweyî nîşan dan û gotin: "Divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe û rêbertiya gelê xwe bike."

Kurdistaniyên li herêma Krasnodar a Rûsyayê dijîn li hev civiyan û bi daxuyaniyeke çapemeniyê Komploya Navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû, şermezar kirin.

Li ser navê Kurdên li herêma Krasnodarê Wezîrê Barî axivî û diyar kir ku komplo di keseyeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tunekirina gelê Kurd ji xwe re kiribû hedef. Wezîrê Barî got: “Eger komplo li gorî planên hêzên global ser biketana, wan wê ji bo berjewendiyên xwe cîhan xistibana di nava xetereyeke mezin de."

Barî di dewama axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Komplo hê jî dewam dike. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û înkarkirina mafên Kurdan ên xwezayî û bêdengiya li hemberî zilma li ser gelê Kurd, vê yekê bi awayekî zelal radixe ber çavan."

Wezîrê Barî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna dewam bikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Weke gelê Kurd ên ku li bajarê  Krasnodarê ne em bang li hêz û dewletên berjewendîger dikin ku dev ji komploya bedbext berdin û nebin hevkarên tewanên li dijî mirovahiyê. Çawa ku hûn ji mafên xwe re rêzê digirin, li gorî wê pîvanê jî ji mafên gelê Kurd re rêzdar bin. Em dibêjin ku divê Rêberê Gelê Kurd azad be û rêbertiya gelê xwe bike. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, ne gelê Kurd wê rawestin, ne jî wê rehetiya we hebe û ne jî wê wijdana we rehet be."

Daxuyanî bi dirûşmeyên; “Bijî Serok Apo” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” bi dawî bû.