NY: Li Lubnanê zêdeyî 100 doktor û xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin
Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Lubnanê di nava salekê de di êrîşên Îsraîlê de zêdeyî 100 doktor û wezîfedarên tenduristiyê hatin kuştin.
Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Lubnanê di nava salekê de di êrîşên Îsraîlê de zêdeyî 100 doktor û wezîfedarên tenduristiyê hatin kuştin.
Berdevka Ofîsa Mafên Mirovan Ravina Shamdasani li Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek da û got, "Ji Cotmeha derbasbûyî û vir ve li Lubnanê bi giştî zêdeyî 100 doktor û wezîfedarên tenduristiyê hatin kuştin."
Ravina Shamdasani agahî neda bê ev kes kengî û li ku hatin kuştin.