Meşa Azadiyê: Her der wê bibe paytexta berxwedanê

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal di Meşa Mezin a Azadiyê de axivî û got: “Li dijî mejiyê ku Kurdan tune dihesibîne, her der paytexta berxwedanê ye. Heta ku Birêz Ocalan azad dibe, wê ev meş bidome.”

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd ji du baskan destpê kir, di roja 10’emîn de berdewam dike. Meşvanên di baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê de di saetên serê sibê ji navçeya Licê ya Amedê bi rê ketin gihiştin navçeya Farqînê. Baskê Qersê yê li ser rêya Licê û Farqînê demekî dirêj meşiyan, pişt re gihiştin navenda navçeyê. Meşvanên bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin, heta navenda navçeyê bi dirûşm û stranan meşiyan.

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Arslan a li ser navê meşvanên tevî hemû qedexe û astengkirinan gihiştin navenda navçeyê axivî, wiha got: “Meşê deh roj li pey xwe hişt. Me roja ewil gotibû ev meş ne ewil dê ne jî dawî be. Heta ku birêz Ocalan azad bibe dê ev meş berdewam bike. Me silavên Keleha Qersê, Çiyayê Araratê, Dîgorê, Sakîne Cansiz, Hayrî Dûrmûş, Ceylan Onkol anîn. Gelê kud sed sal in bi hesreta azadiya xwe ne. Gelê kurd bi gelek komkujiyan re rûbirû ma. Li Farqînê di demekî nêzîk de bi dehan ciwan hatin qetilkirin. Em li dijî mirinê siyaseta jiyanê dimeşînin. Me di tevahiya meşa xwe de di çavnên dayikan de hesreta ji bo aştiyê dît. Dewlet ji vê hesretê ditirse. Heke rêberê gelê kurd di tecrîdê de be, gelê kurd jî di tecrîdê de ye. Li dijî aqlê ku kurdan tune dihesibîne her der bû paytextê berxwedanê. Navê meşa me meşa azadiyê ye û em ê vê azadiyê bînin.”

Ûysal, da zanîn ku baskên meşê dê di 13’ê sibatê de li Amedê bigihin hev û hemû gel vexwend meşê. Meşvan pişt re derbasî avahiya DEM Partiyê bûn.