Mertalên Zindî astengî şermezar kirin: Bêdeng namînin

Ciwanên ku li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk bûne Mertalên Zindî û berê xwe dane Qendîlê, ji aliyê PDK’ê ve hate astengkirin. Ciwanan astengî şermezar kirin û gotin: “Bêdeng namînin.”

Ciwanên ku dixwestin biçin herêma Qendîlê û dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiya “Mertalên Zindî” bidin destpêkirin, hatin astengkirin. Ciwanan daxuyaniyek dan û ragihandin ku ew ê bi ti awayekî dijî dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li ser Başûrê Kurdistanê didomîn, xwestin îro li Qendîlê çalakiya “Mertalên Zindî” bidin destpêkirin.

Ji bo vê yekê komên ciwanan ji serê sibehê ve berê xwe dan Qendîlê. Her wiha gelek welatî jî bi armanca destekdayînê derketin rê. Lê li seytereya dawî ya li bajaroka Sengeser hatin astengkirin. Tevî hemû hewldanan jî, rêya ciwanan nehat vekirin.

Ciwanan li benda kontrolê ya Sengeser daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Ciwanê bi navê Karwan Kelarî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got; “Me xwest dijî dagirkeriya dewleta Tirk biçîn Qendîlê û dest bi çalakiya mertalên zindî bikin. Lê asayîş rê neda. Em vê helwesta asayîşê şermezar dikîn, em ê bi ti awayekî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û êrişan bêdeng nemînin.”

Kelarî dawiyê de bang li hemû ciwanên Kurdistan û dervey welat kir da ku tevlî pêngava ‘Cenga Azadiyê’ bibin.

Piştî daxuyaniyê endamên Şandeya Aştiyê ku ji bo destekdayînê tevlî çalakiyê bibûn jî, axivîn û piştgiriya xwe anîn ziman.