MED-DER banga xwedîderketina li Kurdî kir

Rêveberê MED-DER'ê Sedat Baran diyar kir, saziyên perwerdeyê yên Tirk navenda asîmîlasyonê ne û banga xwedîderketina li Kurdî li gelê Kurd kir.

Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamya têkildarî Sala Perwerdehiyê û Hînkariyê ya 2019-2020’an li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveber û endamên MED-DER’ê beşdarî civînê bûn. Rêveberê MED-DER’ê Sedat Baran daxuyanî xwend û destnîşan kir ku perwerdehiya sala nû ji bo zarokên kurdan pêvajoyek nû ya pişaftinê ye.

Baran diyar kir ku ji avabûna komarê ve heta roja îro polîtîkaya înkar û pişaftinê ya li ser zimanê kurdî qet kêm nebûye û ji ber qedexeya ku dewam dike zimanê kurdî li qada cemaweriyê tenê wek zimanê axaftinê hatiye sînorkirin. Baran anî ziman ku pirsigirêka ziman bi netew dewletê dest pê kiriye û got: “Dewlet li ser yek zimaniyê polîtîkaya xwe ziman birêve dibe. Ev yek dibe sedema tunekirina zimanan.”

‘PÊWÎSTE HEMÛ KURD XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN’

Baran destnîşan kir ku ziman zindiye, her tim hebûna xwe diparêze û dema bê axaftin dê her tim zindî bimîne û neyê tunekirin. Baran bal kişand ser perwerdehiya zimanê dayikê ya di warê pedagojîk de û got: “Zarok li deriyê polê dev ji kurdî berdidin. Li malê jî axaftina tirkî tercîh dike. Dema ev yek pêk tê pêvajoya otoasîmilasyonê dikeve dewrê. Heke zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê dê zindî bibe û li pêş bikeve. Em ê zimanê xwe yê dayikê ji insafa Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî re bernedin. Pêwîste her malek bibe dibistana kurdî. Divê hemû kurd nêrîna wan siyasî çi dibe bila bibe, pêwîste xwedî li zimanê xwe derkevin. Heke ziman were li pêşxistin dê ji yekîtiya neteweyî ya kurd re jî bibe motîvsyonek girîng.”