Meclîsa Xweser a Şengalê têkildarî saziyên hikumeta Bexdayê biryareke nû da
Rêveberiya Xweser a Şengalê piştî hişyariya doh, biryar da ku saziyên hikumeta Bexdayê jinûve karibin dest bi karê xwe bikin.
Rêveberiya Xweser a Şengalê piştî hişyariya doh, biryar da ku saziyên hikumeta Bexdayê jinûve karibin dest bi karê xwe bikin.
Ji ber xemsarî û bêdengiya hikumeta Bexdayê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, Rêveberiya Xweser a Şengalê doh bi armanca hişyariyê biryar da ku saziyên ser bi hikumeta Bexdayê yên li Şengalê neyên vekirin.
Piştî vê biryara hişyarkirinê ku bi cih hate anîn, Rêveberiya Xweser a Şengalê doh bi şev daxuyaniyek ji saziyên hikumeta Bexdayê û navneteweyî yên li Şengalê re ku dikarin li Şengalê karê xwe dewam bikin.