Meclîsa Xweser a Şengalê ji bo meşa êvarê bang kir
Berdevkiya Meclîsa xweser a Şengalê banga tevlîbûna meşa li dijî êrîşan kir.
Berdevkiya Meclîsa xweser a Şengalê banga tevlîbûna meşa li dijî êrîşan kir.
Îro danê sibê Rêveberiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser rewşa êrîşên dewleta Tirk a dagirker civiya.
Piştî civîna ji çapemeniyê re girtî li ser navê Meclîsê Faris Herbo daxuyaniyek da çapemiyê.
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate ragihandin ku wê îro saet di 17:00 de bi pêşengiya MXDŞ'ê meşek bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de ji bo meşê banga tevlîbûnê hate kirin.
Herbo diyar kir ku cih û warê pîroz ên Êzidiyan hatine hedefkirin û diyar kir ku tişta DAÎŞ'ê nekarî bike dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşan pêk bîne.
Faris Herbo bang li gel kir ku bi girseyî tevlî bin û berteka xwe bigihînin hemû cîhanê.