Komên ku bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ û komên 'Zêrevan' û 'FOC' xwe bi nav kirine ku girêdayî PDK’ê ne bi wesayîtên zirxî û çekên giran xwestin bikevin qadên bajarokê Xanesor ê Şengalê ku di bin kontrola hêzên YBŞ’ê de ne, Meclîsa Avakar a Şengalê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Meclîsa Avakar a Şengalê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
“Îro komeke bi navê “Pêşmergeyên Roj” tên naskirin û ji aliyê PDK’ê hatiye perwerdekirin, xwest di Xanesorê re derbas bibe û derbasî sînorê Şengal û Rojava bibe. Wekî tê zanîn ev herêm ev 2 sal û nîv in di bin kontrola YBŞ/YJŞ’ê de ye û li herêmê DAIŞ tine ye. Lewra hêzên YBŞ’ê nehiştin ku ev kom derbas bibin. Ji ber ku armanca hatina wan şerê DAIŞ’ê nîn e, eger ku armancek wisa hebe, wê biçin aliyê rojhilatê Şengalê.
Di navbera Şengal û Rojava de tenê ev derî vekirî ye. Lewra ev kom dixwazin bikevin vê herêmê û vî derî jî bigirin. Ev hewldan jî di hevdîtina Barzanî û Erdogan de hatiye plankirin.
Ji xwe Deriyê Sihêla ev 2 salan e, li ser Şengal hatiye girtin. Ji ber ku DAIŞ ketiye navberê, têkiliya bi aliyê Iraqê re jî tine ye. Lewra niha bi rêya van koman dixwazin tekane deriyê nefesê yê Şengalê bigirin û gelê Şengalê bixeniqînin. Dixwazin bi vî rengî li gorî pîlana bi Erdogan re gelê Şengalê neçarî xwe bikin."
Herî dawî Meclîsê wiha got: "Bila civaka Şengalê şiyar be û zanibe ku îro “Pêşmergeyên Rojava” bikeve vî derî û bigire, wê civaka Şengalê bifetisînin. Îro dixwazin fermaneke nû bînin serê civaka me. Ji ber vê yekê hêzên YBŞ/YJŞ, Asayîşa Êzdîxanê tedbîr girtine. Dîsa gelê me jî rabûye ser piyan. Tu heqê wan nîn e ku tiştekî wisa bikin û em destûr nadin ku bikevin vê herêmê. Em wekî civaka Şengalê hêza pêşmergeyan di navbera Şengal û Rojava de qebûl nakin.”