Meclîsa Şengalê: Divê koorîdor bi fermî vebe

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir, divê koorîdor bi protokoleke fermî vebe.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê derbarê girtina koorîdoriya mirovî ya navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê û metirsiyên li ser civaka Êzidî daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) wiha ye:

"Civaka Ezidî di demeke dîrokî de ye. Ev çar roj in gelê me li ber xwe dide. Di navbera sînorê Rojavayê Kurdistan û Şengalê de ji ber ku hikumeta Iraqê koorîdora mirovahiyê girtiye kon vedane û xwestekên xwe tînin ziman. Xwestekê miletê me ew e ku koorîdora mirovahiyê bi biryareke fermî ji hela hikumeta Iraqê ve her demî vekirî bimîne û neyê girtin. Ji ber ku ev koorîdor ji bo gelê me wateyeke xwe ya girîng heye. Civaka me rêya wê ya tenê ku bi ewle diçe pêwîstiyên xwe bi taybetî yên tendirustî jiyanî pêk tîne. Wekî din bi sedan malbatên me yên Ezidî piştî fermanê koçî Rojavayê Kurdistanê kirin. Bi taybetî kampa Newrozê, hatin û çûyina wê bi rêya vê koorîdorê pêk tê. Em baş dizanin ku ev rê vekirî nebûya wê destê me û gelê me yê ku koçberî Rojavayê Kurdistanê bûne  qut bibûya."

'METIRSÎ HÎN HEYE'

Bi navê Meclîsa Şengalê em baş dizanin ku hîn rêyên diçin Başûrê Kurdistanê ji bo me ne ewle ne. Dibe ku hikumeta Iraqê daxuyaniyan bide ku Iraq ji çeteyên DAÎŞ'ê hatiye paqij kirin, lê em ji vê şik û gumanan dikin. Hîn jî roj derbas nabe ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî deverên Iraqê nekin. Mînaka herî dawî jî duh sê welatiyên Iraqî li Musilê ji hêla çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin kuştin. Ev ji bo Şengalê metirsî ye. Gelê me çûyin û hatina derveyî Şengalê ditirse. Her wiha dibe ku Başûrê Kurdistanê deriyê di navbera xwe û Şengalê vekiribin, lê em nêzikatiyên hikumeta Başûrê Kurdistanê jî ji nêz ve nas dikin. Bi dehan mirovên me di dema çûyin û hatinê de hatin girtin. Zext li ciwan û gelê me tê kirin. Malbatên me dilê wan ne rehet e ku zarokên wan wî derî bi kar bînin.

'DIVÊ CIVAKA ME LI HEMBERÎ LÎSTOKAN HIŞYAR BE'

Li ser vê mijarê em bang li hemû civaka xwe ya Ezidî dikin ku li hemberî hemû lîstokan hişyar bin. Roja ku deriyê navbera Şengal û Başûrê Kurdistanê hate vekirin, êrîşa hewayî li ser xaka me pêk hat. Şehîd çêbûn. Koorîdora mirovahiyê hate girtin. Ev plan ji hêla PDK, dewleta Tirk û hikumeta Iraqê re hevpar hatine girtin. Em banga hişyariyê li civaka xwe dikin. Ji bo hêz, rêxistin û îradeya civaka Êzidî bi her awayî em ê tekoşîna xwe bilind bikin."