Komeleya Çandê û Yekîtiyê ya bi Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Kesên Xizmên xwe Winda kirine ya Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) nearzîbûn nîşanî destgîrkirina hevserok, endam û rêveberên xwe da. Têkildarî mijarê li avahiya komeleyê daxuyanî hate dayin û rêveberên rêxistina HDP'ê ya Bajêr jî tevlî bûn.
Endamê MEBYA-DER'ê Alî Kanîk daxuyanî da û diyar kir ku serdegirtina li komeleya wan qanûnî û hiqûqî nîne û xwest, kesên hatine destgîrkirin bên berdan.
'EM LI BER ŞER RABÛN, ME AŞTÎ Û DEMOKRASÎ PARAST'
Kanîk bi bîr xist ku di serdegirtinê de polîsan deriyê avahiya komeleya wan şikandine, her wiha avêtine ser malên hevserok, endamên komeleyê û ew destgîr kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Komeleya me mîna ku di rêziknameyê de hatiye vegotin, ji Wezareta Karên Hundir, walîtî û Maseya Komeleyê destûr wergirtiye û bi vî rengî dest bi kar kiriye. Komeleya me bi hesasiyeta civaka sivîl tevgeriya ye, li ber neheqî û şer rabûye û aştî, demokrasî û wekhevî parastiye."
Kanîk diyar kir ku hevserok, endam û rêveberên komeleya wan ên hatine destgîrkirin divê tavilê bên berdan û got, "Em vê serdegirtin û destgîrkirina nehiqûqî şermezar dikin. Ji desthilatdariyê dixwazin ku dest ji van kiryarên xwe yên kêfî berde."