'Me dikarîbû kîs bixista serê endamên MÎT'ê û ev dîmen biweşanda'

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb piştrast kir, ku hin personelên rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) li Başûrê Kurdistanê ji aliyê wan ve hatine girtin.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb diyar kir, ku hin endamên MÎT'ê ji aliyê wan ve li Başûrê Kurdistanê hatine girtin û got, "Divê Tirkiye kêfxweş be, ku me heta niha ev kesên girtine di medyayê de neweşandine. Me dikarîbû kîs bixista serê wan û dîmenê wan di medyayê de biweşanda."

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Diyar Xerîb, piştrast kir ku hin endamên MÎT'ê ji aliyê wan ve li Başûrê Kurdistanê hatine girtin. Xerîb ji ajansa nûçeyan a Rojnewsê re axivî û got, "Divê Tirkiye kêfxweş be, ku me heta niha ev kesên girtine di medyayê de neweşandine. Em dikarin wan derxînin pêşberî çapemeniyê û navên wan eşkere bikin."

Beriya niha bi çend rojan, Nûnerê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) ê li Enqereyê Behroz Gelalî hatibû dersînorkirin û nûnertiya YNK'ê ya Enqereyê jî hatibû girtin. Gelalî yê vegeriya Silêmanî gotibû, "Li nava Silêmanî pirsgirêkek di navbera me û Tirkiyeyê de derket."

Piştî Gelalî, endamê Polîtburo ya YNK'ê û berdevkê partiyê Sedî Ehmed Pîrê peyivî û got, "Endamên MÎT'ê li dijî PKK'ê amadekariya operasyonê kirin. Ji ber ku di vê operasyonê de bi ser neketin û ev personelên MÎT'ê ji aliyê PKK'ê ve hatin girtin, Tirkiyeyê ji ber vê bûyerê em sûcdar kiriye."

Xerîb li ser detayên mijarê ji Rojnewsê re axivî û anî ziman ku dersînorkirina Nûnerê YNK'ê bala gelê Başûrê Kurdistanê kişandiye û got, "Gelek kes dipirsin, bê çima Tirkiyeyê tiştekî bi vî rengî kiriye. Lê dipirsin bê li pişt vê çi heye. Dipirsin, bê dewleta Tirk wê kiryarên xwe yên bi vî rengî bidomîne yan na. Pêwîste bersiv ji van pirsan re bê dayin û mijar bê eşkerekirin."

DAXUYANIYÊN YNK'Ê

Xerîb li ser nêzîkatiya YNK'ê ya li mijarê got, "Rojek piştî ku nûnerê YNK'ê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin, endamê Polîtburoya YNK’ê Sedî Ehmed Pîre got; 'Sedema vê ew e ku Tirkiye li herêma Silêmanî di operasyona xwe ya dijî PKK’ê de bi ser neket û dewleta Tirk ji vê serneketina xwe YNK'ê berpirsyar dibîne'. Heman rojê berpirsê Koma YNK'ê li Encumeniya Parêzgeha Hewlêr, dûr ji helwesta fermî ya YNK'ê û dûr ji helwesta neteweyî û siyaseteke serbixwe, PKK tewanbar kir. Siyaseta PKK'ê weke sedema vê helwesta dewleta Tirk nîşan da. Her bi vê jî nema, hebûna PKK'ê li Başûr weke metirsiyek li ser Başûrê Kurdistanê û destketên din bi nav kir. Ji Polîtburoya YNK'ê xwest ku sînorek ji bo PKK'ê deyne. Bêguman ev daxuyanî û helwest xizmetê ji Kurd û Kurdistanê re nake, heya xizmet ji yekîtiya niştîmaniya Kurdistanê re jî nake."

Diyar Xerîb wiha jî dewam kir; "Weke Sedî Ehmed Pîre got, 'ev helwesta Tirkiyeyê ji ber serneketina operasyona dewleta Tirk a li Silêmaniyê ye'. Ev jî tê wê wateyê ku Tirkiye tenê bi vê ji YNK'ê razî nedibû ku alîkariya wê bike ji bo serxistina vê operasyonê. Her wiha li gor daxuyaniya vî berpirsê YNK'ê yê li Hewlêr, eger YNK'ê milê xwe dabûya milê MÎT'ê nedihat tewanbarkirin. Ji bo wê her ev pirse tê pêş, gelo rewa ye dewleta Tirk li nav xaka Başûrê Kurdistanê li dijî hêzekî Kurd operasyon bike? Gelo rewa ye ku YNK desteka operasyonek wiha bike? Ma ne rewa ye PKK an jî her hêzekî din a Kurd xwe li dijî operasyon û êrîşên dagirkeran biparêze? Ger Polîtburoya YNK'ê bi gotina vî berpirsê xwe bike, wê demê divê hemû kiryarên dewleta Tirk rewa bizane û xwe parastina PKK’ê jî bi nerewa bizane."

Diyar Xerîb têkildarî helwesta YNK wiha got; "Ma dibe hêza YNK'ê bikeve pişt hêza operasyonê ya dewleta Tirk? Dijî PKK’ê operasyon bikin? Tenê ji bo dilê dewleta Tirk û Erdogan neşkênin, wê helwestek bi vî şêweyî YNK’ê ber bi kû derê ve bibe? Hemû kes dizane ku ne di aliyê siyasî, ne yasayî û ne jî di aliyê neteweyî de ev e ne karek rewa ye û ne raste. Divê helwest berevajî vê bin."

EM DIKARIN DERXÎNIN PÊŞBERÎ ÇAPEMENIYÊ

Xerîb li ser endamên MÎT'ê yên hatine girtin axivî û got, "Ne demek pir kevin e û li bîra me hemûyane ku 2003'an çawa Amerîka kîs xiste serê leşkerên Tirk ên li Silêmanî û li ser çapemeniyê jî belav kirin. Ev jî tenê ji bo wê kirin ku ji Tirkiyeyê re bêjin 'te sînorê xwe derbas kiriye û mafê te nîne li Silêmanî û Iraq hebûna te wiha hebe'. Divê niha Tirkiye kêfxweş be ku bi heman şêweyê 2003'an me ew dernexistin pêşberî çapemeniyê.

Bêguman PKK dikare van endamên MÎT'ê ku xwestine sînorê parêzgeha Silêmanî bikin cihê afirandina kaosê û êrîşa li dijî rayedarên PKK'ê, li ser çapemeniyê nîşan bide. Eger ev nekiribe, ev jî ji bo xelkê Kurdistanê xelkê Silêmanî û YNK'ê weke sûcdar nîşan nede ye. Lê eger pêwîstî pê hebe, dikare vê bide çapemeniyê."

TIRKIYE WÊ YNK JÎ BIXISTA NAVA KRÎZÊ

Diyar Xerîb wiha domand; "Weke gava yekem dikarin bêjin, ew daxuyaniya ku Sedî Ehmed Pîre bi navê Polîtburoya YNK'ê da, helwestek asayî bû. Diyare rayedarên YNK'ê naxwazin mijar kûrtir bibe. Piştî vê daxuyaniyê berpirsekî YNK'ê jî ji polîtburoya YNK’ê re gotiba û xwestiba ku 'ew mafê Tirkiyê nîne dibin navê karên dîplomasî de Başûrê Kurdistanê bike qada kiryarên terorîstî'.

Divê YNK serî li hemberî zextên dewleta Tirk serî netewîne. Ji ber ku Tirkiye karên ne qanûnî dike. Her wiha destxweşî li PKK jî bike ku operasyona dewleta Tirk vala derxist û destûr neda YNK bikeve nava aloziyek mezin. Her wiha ji Polîtburoya YNK'ê daxwaz bikin ku hemû dîplomatên dewleta Tirk ên li sînorê Silêmanî wan bişîne Tirkiyeyê û karê hemû şîrketên Tirkiyê rawestîne. Diviyabû YNK’ê bi xwe nûnerê xwe anîba."

BEŞEKE MEZIN A YNK'Ê RAST DINIRXÎNE

Di dewama axaftina xwe de Diyar Xerîb got; "Divê heya dewleta Tirk lêborîn nexwaze û soz nede ku karên wiha dubare neke, YNK gav şûnde ne avêje. Bêguman ger ew berpirs vê helwestê wiha nîşan bide, wê destê Polîtburoya YNK’ê bi hêz bibe. Wê gelê Kurd û endamên xwe jî kêfxweş bike. Diyare Tirkiye nikare mehekê helwestek wiha dewam bike. Ji ber êdî ew hêza Tirkiyê nemaye her tişta dixwaze bi serê xwe bike."

Der barê gotinên Serokê Koma YNK’ê li Encumeniya Hewlêr jî, Diyar Xerîb wiha got; "Ev daxuyaniya berpirsê YNK'ê li Hewlêr dilê dewleta Tirk xweş kir. Her wiha endam û dilsozên netewî aciz dike. Her wiha destê YNK û hikûmeta Herêma Kurdistanê lewaz dike. Diyare beşek zêde yê endam û rayedarên YNK’ê di wê astê de ne ku vê bûyerê baş binirxînin û helwestek nîşan bidin ku dilê Kurdan û dostan pê xweş bibe. Dersek baş bidin dewleta Tirk û hemû dagirkerên Kurdistanê. Ji bo carek din newêrin li Başûrê Kurdistanê li gor keyfa xwe hestpê xwe bibezînin."

PÊWÎSTE YNK SERÊ XWE LI BER DEWLETA TIRK NETEWÎNE

Xerîb got, "Ev ezmûneke YNK tê re derbas dibe. Ger YNK di vê ezmûnê de ser ket, wê bikare serweriya xwe û gelê xwe biparêze. Bibe mînakek baş ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi giştî. bêguman di di vê rewşê de xelkê Başûrê Kurdistanê û gelê Kurdistanê bi giştî destxweşiya YNK dikin û piştgiriya wan dikin. Ji bo wê jî divê li hemberî zextên dewleta Tirk serî nedanin. Berevajî vê zextê li dewleta Tirk bike ku dest ji van siyasetên xwe berde.

Eger YNK guh bide berpirsê koma xwe yê Hewlêr û PKK’ê tewanbar bikin, yê ku zerara mezin bibîne her YNK bi xwe ye. Ji ber ku eger dewleta Tirk di van zextên xwe de bi ser bikeve, wê raneweste û hewl bide heya hemû YNK'ê bixe bin destê xwe. Wê demê jî YNK ji rastiya Kurdayetî û niştîmanî dûr dikeve û dibe pergalek di destê dewleta Tirk de. Ew jî wê ji bo daxwazên xwe bi kar bîne. Ev jî ne tişteke ku ji aliyê endam û alîgirên YNK’ê ve were qebûlkirin. Wê demek nêzik de bersiva me bide û bi hêviya ku YNK ji vê ezmûnê bi serketî derbikeve."