Mam Zekî Şengalî li ser gora xwe hate bibîranîn

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di duyemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi merasîmeke girseyî Mam Zekî Şengalî li ser gora wî ew bibîr anî.

Îro di duyemîn salvegera şehadeta Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê û endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) de li ser gora wî bi merasîmeke girseyî hate bibîranîn. Merasîma bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê hatî lidarxistin, li şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a Şengalê pêk hat. Merasîm, bi rêzgirtin û merasîma leşkerî destpê kir û piştî fermandariya YBŞ û YJŞ’ê li ser bîranîn û dilsoziya Mam Zekî Şengalî axivîn.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê û endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) 15’ê Tebaxa 2018’an di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de li herêma Deriyê Şîlo yê Şengalê şehîd bibû.

Piştî merasîma leşkerî gel, bi girseyî ligel hêzên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê bi komî çûne ser gora Mam Zekî, baxê gulan danîn ser gora wî. Piştî wê li ser navê saziya malbata şehîdan a Şengalê daxuyanî hat xwendin.

Daxuyaniya saziya malbatên şehîdan wiha ye:

“Şoreşgerekî mezin, rêzanekî xwezayî yê gel ku beşeke mezin a temenê xwe ji bo têkoşîna şoreşgerî û azadiya gelê xwe feda kirî, li gelek qadan xebitî , li gelek cihan erk û berpirsyarî girtî ser milê xwe û ketî dilê hemû Êzidiyan şoreşgerê mezin MAMÊ Êzidiyan Mam Zekî Şengalî. Em di duyemîn salvegera şahadeta wî de bi rêzdarî bibîr tînin, li ber bîranîna wî ya pîroz careke dîtir bejna xwe ditewînin.

Hevrê Şehîd Mam Zekî, 15’ê Tebaxa 2018’an di roja salvegera fermana Êzidiyan de di encama êrîşa hewayî ya dewleta faşîst a Tirk de şehîd bû. Em êrîşa nemerdane û alçaxî ya dewleta faşîst û dagirker bi hêrs û kîn şermezar dikin. Li ser esasê ku em ê xewn û xeyalên Mam Zekî pêk bînin, di têkoşîna xwe de heta dawî bidin jiyankirin. Soza ku me dayî şehîdên xwe careke dîtir dubare dikin, em soz didin ku em ê tola şehîdên xwe li erdê nehêlin û doza wan heta serkeftinê bitiminin.

Di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an de xwestin fermanê di serê civaka me de bînin. Mam Zekî Şengalî bi armanca ku birînên fermana 73’an bipêçe, hate Şengalê. Mam Zekî Şengalî dema ku ji merasîma bîranîna komkujiya gundê Koço vedigerî, di encama êrîşên balafirên bê mirov û balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Dewleta Tirk a dagirker û rûreş, bi vê êrîşa xayînane ku weke berdewama êrîşên DAÎŞ'ê yên qirkirina civaka Êzidî bû, bi vê êrîşa bêbext û nemerdane rûyê xwe yê tarî û qirêj careke dîtir nîşan da.

Dewleta Tirk a nûnertiya hişmendiya çeteyên DAÎŞ'ê ku dijminê mirovahiyê ye, dijminatiya xwe ya li dijî civaka Êzidî ku ji dîrokê heta niha dike, îro jî bi vî awayî eşkere didomîne. Weke encameke dijminatiya li dijî baweriya Êzidiyatî û civaka Êzidî bi hincetên pûç û vala êrîşî Şengalê dike û komkujiiyan pêk tîne. Dewleta Tirk a îro nûnerê hişmendiya ku hemû komkujî û ferman pêk anî dike, ji bo qirkirina DAÎŞ'ê nekarî pêk bîne bibe serî, her cara firsetê dibîne êrîşî axa me ya pîroz dike û dixwaze hebûn û navê Êzidiyan ji dîrokê rake!

Şehîd Mam Zekî, ji bo civaka Êzidî, şev û roj bi fedakariyeke mezin xebitî. Ji bo ku ev bawerî û civak jiyan bibe û bibe civakeke rêxistinkirî salên dûv dirêj bi awayekî çalak di refên pêş ên têkoşînê de cihê xwe girt. Ji bo yekîtiya Êzidiyan ku belavî çar aliyê cîhanê bûne, bû xwedî ked û hewldaneke bêhempa. Bi, zanebûn, bîr û baweriyeke kûr a welatparêzî dilsozî û girêdana xwe ya ji bo welat her tim zindî hişt. Ligel ku li Ewropayê dijiya, zewicî bû, xwedî mal û zarok bû jî li hemberî jana gelê xwe bêdeng nema. Dilsozî û girêdana xwe ya welat û civaka xwe li ser ya xwe ya takekesî re girt. Hezkirina wî ya welat, daxwaza wî ya têkoşînê bû sebeb ku vegere welat û heta nefesa xwe ya dawî li welat ji bo yekîtî, tifaq û azadiya gelê xwe xebitî.

Mam Zekî Şengalî ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî bû xwedî hewldaneke mezin. Ji bo zemîna pratîk a rêxistinî bû xwedî ked û xebateke bêhempa. Bi xisleta xwe ya çêker, pêş dixe, rêxistin dike, bawerî dide, têgihiştî û kamil gelek tişt li têkoşînê zêdekirin. Bi kesayetiya xwe ya enerjîk, çalak, zîrek, kedkar û rêxistinkarî, dîsa bi taybetiyên xwe yên pêşengiya gel a temsîla wê dikir, diçû kû derê bandor lê dikir, gel rêxistin dikir û teqez kar û xebatên dikir bi serkeftî pêk dianî. Hevrê Mam Zekî her tim bû xwedî sekn û perspektîfeke wiha.

Em weke civaka Êzidî gelek tiştan deyndarê Mam Zekî ne. Mam Zekî ji bo Şengalê bê sekn û bêhndan xebateke bêhempa meşand. Ji bo kewandina birînên fermanê bû xwedî hewldan û kedeke mezin. Ji bo careke dîtir ferman di serê civaka me de neyên, ji avakirina hêzên xweparastinê heta sazûmaniya rêveberî û îdarî ya xweser, di her mijarê de xwest Êzidiyan bi fikr û raman bixemlîne û bike hêz. Di avakirina saziyan de, pêkanîna hêzên xweparastinê de, avakirina hêzên Asayîşê de bi xwe ser sekinî û yek bi yek bû xwedî kedeke mezin. Ji pêkhatina sazûmaniyeke nû ya civakî de avakirina pergalake xweseriya demokratîk de pêşengî kir.

Fikr û ramanên ku Mam Zekî li nav civaka me de û li xaka me çandî pêş dikeve û berbelav dibe. Di duyemîn salvegera şahadeta wî de, em soz didin ku em ê mîrasa ji me re hiştî pêşdetir bibin, armancên pêk bînin û bigihînin serkeftinê. Em hemû şehîdên xwe yên qehreman ên li Şengalê ji bo civaka me Êzidî şehîd bûyî di kesayetiya Mam zekî de careke dîtir bi minet û rêzdarî bibîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza şopandin û serkeftina doza wan didin.”