Di 17’ê Îlona 2021'ê de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker. Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) 17’ê Îlonê serê sibehê saet di 09.00’an li taxa Çarçira ji aliyê endamên MÎT’ê ve hat gulebarankirin û şehîdxist.
Ev 85’ê rojin bi ser şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) re derbas bûn. Lê hîn jî kujer nehatine girtin. Belgeyên ku dihat gotin wê werin eşkerekirin jî, bi raya giştî re nehatin parvekirin.
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê di 10’ê Cotmeha 2021’an de bi daxuyaniyekê ragihandibû heya kujerên şehîd Şukrî neyên eşkerekirin, ew ê her hefte li cihê Şukrî Serhet lê hatî qetilkirin, çalakî lidarbixin. Çalakiya yekem di 17’ê Cotmeha 2021'ê de destpê kiribû.
Îro jî bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê carek din, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî qetilkirin li hev kom bûn û çalakiyek lidarxistin. Çalakî di hefteya dehemîn de ye.
Li cihê bûyerê daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin; “Ev 85 rojin bi ser şehîdxistina şehîd Şukrî re derbas dibin, lê heya niha derbarê kujeran de ti agahiyek nehatiye belavkirin. Em bêdengî û bê helwestiya desthilatê, bi tûndî şermezar dikin. Em ji saziyên ewlekariyê û rêveberiya herêmê daxwaz dikin da ku belgeyan ji bo raya giştî eşkere bikin. Nebin hevbeşê sucê xiyanetkara û xwefiroşan. Bêdengî û çavgirtin, alîkarî û nokeriya ji bo dijmine."