Malbatên girtiyan ber bi avahiya bajêr a HDP'ê ve dimeşin

Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de dorpêça polîsan şikandin û ber bi avahiya bajêr a Amedê ya HDP'ê ve dimeşin.

Malbatên ku xizmên wan li girtîgehan li dijî tecrîda li Imraliyê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, li Parka Koşuyoluyê ya Baxalarê hatin gel hev û xwestin daxuyaniya çapemeniyê bidin.

Polîsên Tirk ku park dorpêç kirin nehiştin ku malbat daxuyaniyê bidin. Xizmên girtiyan ku li dijî polîsan helwest nîşan ji vir ber bi avahiya bajêr a HDP'ê ya Amedê ve dest bi meşê kirin.

Meş didome. Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosûn û Musa Farisogullarî li gel xizmên girtiyan dimeşin.