Malbatên birîndaran hatin ziyaretkirin

Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven û Wekîlê HDP'ê Nîhat Akdogan çûn serdana malbata Mehmet Temel ê hat qetilkir û malbata welatiyên li Kanîreşê birîndar bûn.

Li herêma Ezîzanê ya gundê Talê teqînek pêk hatibû û welatiyê bi navê Mehmet Temel jiyana xwe ji dest dabû û 3 welatî jî birîndar bibûn. Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nîhat Akdogan çûn serdana malbatên birîndaran û sersaxî ji malbata Mehmet Temel re xwestin û ji bo 3 birîndaran jî şifa xwestin.

'QADA BÛYER LÊ QEWIMÎ QADA SEYRANÊ YE’

Malbatên li ber nexweşxaneyê rawestiya bûn agahî dan heyetê. Malbatan destnîşan kir ku cihê bûyer lê qewimî ye, cihê seyranê ye û hemû gundî diçin wir. Piştî agahiyan Leyla Guven li vir daxuyanî da û ev tişt got: "Tişta ku pêk hatiye zilm e. Nahêlin malbat bi birîndaran re hevdîtinê pêk bînin û ev nayê qebûlkirin. Di rewşên wiha de dibe hûn çapemeniyê asteng bikin, dibe ku hûn nehêlin wekîl hevdîtinê pêk bînin, lê astengkirina malbatê nayê qebûlkirin. Demîrel digot 'em ê biqedînin' Dogan Gureş, Mehmet Agar û Tansû Çîller gotin 'em ê biqedînin, an wê biqede yan wê biqede', çend sal derbas bû? Li vir gelek heye, wê ev gel çawa biqede? Em gelek in û nasnameyeke me heye, em ê ji bo vê têbikoşin."

‘REWŞA AYDIN HÊJ XETER E’

Îsmaîl Aydin ê bi Mehmet Temel re bi giranî birîndar bû û piştî emelyatê di beşa lezgîn de tê girtin, hêj xetereya jiyana wî dewam dike. Hat gotin Mûsa Tarhan û Îbrahîm Sak ên di bûyerê de birîndar bûn, rewşa wan ber bi başiyê ve diçe. Li ser fermana Miduryeta Polîsa a Colemêrgê kesên birîndar di bin çavan de tên girtin û nahêlin kes bi wan re hevdîtinê pêk bîne. Kekê Îbrahîm Sak Salih Sak eşkere kir kku wan birayê xwe nedîtiye.

Nexweşxaneya ku malbat lê rawestiya ne, polîsan dorpêç kiriye.