Malbatan cenazeyên xwe nas kirin

Malbatan cenazeyên zaroyên xwe ku tê diyarkirin li Çiyayê Mercanê şehîd bûne, naskirin.

Cenazeyê 9 HPG’yiyên ku hatibû diyarkirin di 4’ê Kanûnê de li Çiyayê Mircan ê navçeya Pulura Dersimê şehîd bûne, li morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê tên sekinandin. Ligel ku cenaze hatine naskirin jî hêj nedane malbatên wan.

Malbatan diyar kirin ku di encama hevdîtinan de li bende ne ku îro 6 cenazeyan radestî wan bikin lê ji ber wê di nava rojekê de 2 cenaze biçin Dersim, Amed û Wanê bi hêceta “ewlehiyê” destûr nedane û bi lêv kirin ku wê 3 cenazeyan jî sibê radestî malbatên wan bên kirin.

Ji bo wergirtina cenazeyê Çagla Yeleser a şehîd, ji ber ku dayik Gultaze Yeleser û xwişka wê li girtîgehê ne, xal û xaleta wê çûn Meletiyê. Lê ji malbatê re hat ragihandin ku bi hêceta xizmên di asta duyemîn de ne cenaze nayê dayîn. Diyar bû ku daxwaza destûrdayîna dayik Yeleser a ji bo tevlî merasîma cenaze bibe, hêj nehatiye bersivandin.

NAVÊN GERÎLAYÊN KU ŞEHÎD BÛNE

Navên gerîlayên ku şehîd bûne wiha ne: “Cîhan Soylemez (Mûnzûr-Dersim-1980), Çagla Yeleser (Veroz - Dersim - 1987), Mîhrîban Ata (Jinda Jin - Mêrdîn - 1993), Guldane Karaer (Nûda Karker - Wan - 1992), Hasret Ulger (Rojîn - Semsûr  - 1993), Nevzat Demîr (Baz Çolemerik - Colemêrg - 1987), Nîmet Arşîmet (Şervan Artîzan, Amed - 1998), Celal Doganay (Cûdî Amed- Amed- 1996), Akîf Bedîr (Azad Wan- Wan- 1998).