Malbata Merwan Bedel: Em ê li ser rêya wî bimeşin

Pismamê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel, Rêber Xelef anî ziman ku ew ê li ser rêya heqîqetê ya Merwan Bedel bimeşîn û got:“Em ê li pey armanc û daxwazên azadiyê yê şehîdê xwebin û rêya wan berdewam bikin.“

Li Şengalê serdanên konê şînê yê ji bo Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel hatibû danîn, di roja sêyemîn de didome. Heta niha bi hezaran kes serdana konê şînê dikin û êşa malbatê parve dikin. Rûspiyên Êzidî û Ereban, oldarên civaka Êzidî û herî dawî jî Rêberê Ruhanî yê Êzidiyan Bavê Şêx jî serdana konê sersaxiyê kirin.

‘CANGORIYÊ AXA WELATÊ XWE‘

Li konê şînê li ser navê YBŞ-YJŞ’ê Axîn Întîqam axivî û bal kişand li ser pêşengtiya şehîd Merwan Bedel û got: “Şehîd Merwan Bedel divê doza rûmetê de bû cangoriyê welatê xwe. Cangorî ji bo Êzidîtiyê pîroz e, berdelên weke heval Merwan, Zerdeşt, Seîd Hesen û Mam Beşîran dixwaze.“

‘ÊZIDÎ LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN SERÎ NATEWÎNIN‘

Axîn Întiqam destnîşan kir ku di şexê şehîd Bedel de dewleta Tirk êrîşî doza azadiyê ya Şengalê kir û ev peyam da:“ Bila dijminê civaka me baş bizan e, heta Êzidiyek tenê jî ma be, wê li hemberî dewleta dagirker ya Tirk serî netewî ne. Ên bûyîne dûvik û bêbext jî bila baş bizanin, em ê serî netewî nin. Em ê bi şeref û bi xîreta xwe li ser axa xwe ya azad bijîn.“

‘EM Ê LI SER RÊYA WAN BIN‘

Pismamê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel, Rêber Xelef jî anî ziman ku ew ê li ser rêya heqîqetê ya Merwan Bedel bimeşîn û got:“Ji ber şahadetê em xemgînin û ewqas jî serbilindin. Em ê li pey armanc û daxwazên azadiyê yê şehîdê xwebin û rêya wan berdewam bikin.“

‘DI AVAKIRINA ŞENGALA XWESER Û AZAD DE KETED MEZIN DA‘

Cîgirê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên jî qala ked û têkoşîna Merwan Bedel a di avakirina Şengala xweser û azad de kir û wiha axivî: “Hevalê me, zanayê me, siyasetmadarê me, lehengê me gihişte asta şehadetê. Di dema fermana 2014’an de gelek xortên Êzidî berê xwe dan welatên biyanî. Lê şehîd Dijwar dizanibû ku ev civak bi qirkirinê re rû bi rû maye. Şehîd Dijwar erkekî civakî da ser milên xwe û wekî ciwaneke şoreşger ciwan li dora xwe kom kirin. Di YBŞ’ê de kedeke pir mezin di çeperên pêş de da.“

‘CIHÊ XWE DI RIZGARKIRINA ŞENGALÊ DE GIRT‘

Li ser navê TAJÊ Sabiha Sebrî jî diyar kir ku dijminên Êzdiyatiyê, rêberên civaka Êzidî dikin hedef û di şexsê Merwan Bedel de jî êrîş li civaka Êzidî hatiye kirin. Sebrî bilêv kir ku Merwan Bedel şev û roj ji bo civaka xwe kar dikir û bi van gotinan axaftina xwe dawî kir:“Hevalê Dijwar di YBŞ’ê de xwedî roleke mezin bû. Di rizgarkirina Şengalê û rizgarkirina keç û jinên Êzidî de cihê xwe girt. Li cihê ku pirsgirêkek civakî hebûya, heval Dijwar li wê derê bû. Ji bo rizgarkirina jinên Êzidî timî piştevanê me bû. Wî têkoşîneke mezin da, hêviyên wî mezin bû. Emê xwedî li hêvî û armancên hevalê xwe derkevin.”

Piştî axaftinan sînevîzyoneke li ser jiyan û têkoşîna Merwan Bedel hate temaşekirin.