Malbata Şenyaşar: Xwedî li doza me derkevin

Malbata Şenyaşar 72 roj in nobeta xwe ya edaletê didomîne. Malbatê diyar kir ku kujer serbest digerin û banga xwedîlêderketina dozê kirin.

Emîne Şenyaşar a ku parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di qetlîamê de hevjînê wê û du kurê wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû, berxwedana xwe didomîne.

Nobeta edaletê ya ku li pêşiya dadgeha Rihayê hatibû destpêkirin, di roja 72’an de didome.  Malbatê dovîzên ‘Li nexweşxaneya dewletê ya Sirûcê qetlîam hate kirin em edaletê dixwazin’, ‘Em bi tenê edaleteke bêalî dixwazin’ û ‘Em dixwazin edalet pêk were’ danîn erdê û dest bi çalakiya xwe kirin. 

Polîsan destûr nedan ku malbat çalakiya xwe li baxçeyê dadgehê bike û malbatê jî çalakiya xwe bir ber deriyê dadgehê.

‘KUJER JI XWE RE SERBEST DIGERIN’

Ferît Şenyaşar got “Em 72 roj in ji bo edaletê têdikoşin. Îro betlaneya fermî ye lê em dibêjin mesaiya edaletê tune. Dadgeh vekirî be yan jî girtî be, dozeke me ya mafdar heye. Li hemberî malbata me qetlîamek hate kirin lê kujer serbest digerin. Em vî tiştî qebûl nakin, mirovayetî jî qebûl nake. Em li pêşiya edliyeyê ne, heta ku darizandineke bi edalet were kirin em ê dev ji vê têkoşîna xwe bernedin. Çi kesên ku dibêjin ez xwedî wijdan im divê bibin şopdarê vê dozê.”

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî got “Bav û birayê me li nexweşxaneyê hatin kuştin. 3 sal in kujer ji xwe re digerin. Bi cezanedayînê kujer tên xelatkirin.”