Malbata Şenyaşar: Li nexweşxaneyê sûcê li dijî mirovahiyê qewimî

Malbata Şenyaşar diyar kir ku sûcê li dijî mirovahiyê hate kirin, lê têkildarî bûyerê kesek nehatiye girtin.

Emîne û Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku sê ferdên malbata wan ji aliyê AKP’iyan ve hatin kuştin û ferdek malbatê di girtîgehê de ye bi daxwaza “edaletê” 107 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê pêk tîne. Malbat îro jî wek her rojê hat ber edliyeyê û nobeta xwe berdewam dike.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca etîket kir û derbarê nêrîn û parvekirinên bijîşkek li nexweşxaneyê de twît parve kir. Malbatê wiha got: "Li ber edliyeyê ji bo dengê me were qutkirin, her tim em bi mudaxileyê re rûbirû dimînin. Me xwe gihand şopandina kêliyê ya doktor. Ji kerema xwe em parvekirina doktor hîs bikin û bixwînin! Li holê sûcê mirovahiyê heye. Têkildarî bûyerê kesek nehatiye girtin. Maf, hiqûq û edalet li ku ye?"