Malbata Şenyaşar: Kujer 3 sal in nehatiye destgîrkirin

Malbata Şenyaşar ragihand ku yek ji kujeran Îbrahîm Yildiz tevî biryara girtinê jî 3 sal in nehatiye destgîrkirin.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê bi birîndarî ji êrişê rizgar bû, ji ber qedexeya derketina derve çalakiya xwe ya nobeda edaletê li mala xwe ya li Pirsûsê dewam dike.

WÊNEYÊ KUJEREKÎ PARVE KIR

Çalakiya nobedê ya malbata Şenyaşar kete roja 56'an. Malbatê wêneyê biraziyê Îbrahîm Halîl Yildiz Îbrahîm Yildiz parve kir ku bi çekê êriş bir ser malbata wan û ev daxuyanî da: "Ev kesê ku li dikana me bû sedema mirina du mirovan, biraziyê wekîlê AKP'ê Îbrahîm Yildiz e. Der barê wî de biryara girtinê heye, lê belê 3 sal in li nava civakê digere. Gelo dema biraziyê wekîl be maf nîne ku dest bidin wî? Ka edalet?"