Malbata Şenyaşar: Em ê bi hevgirtinê edaletê pêk bînin

Malbata Şenyaşar a di berxwedanê de ye got “Em ê bi hevgirtinê edaletê pêk bînin.”

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP'ê êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji êrişê birîndar xelas bûbû, li dijî zilma li hemberî wan pêk hatiye bi daxwaza edaletê di 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobet di roja 278'an de berdewam dike û ji ber dawiya hefteyê malbat nobetê li mala xwe ya li Sirûcê didomîne. 

Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal dîmenek belav kir û got "Li bajarê pêxemberan bêedaletî rabûye pêdarê! Gel pêşiya edliyeyê nîşanî hemû hilbijartiyên tên Rihayê didin. Em ê bi hevgirtinê edaletê pêk bînin."