Malbata Şenyaşar berxwedana xwe didomîne

Malbata Şenyaşara li dijî komkujiya AKP'yiyan ev 277 roj in li ber xwe dide.


Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ên ku sê xizmên mala wan di êrişa AKP’iyan ya di 14’ê Hezîrana 2018’an de hatin kuştin, Nobeda Edaletê digire, di roja 277’emîn de çalakiya xwe berdewam kirin. Malbata Şenyaşar vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û li cihê çalakiyê nobeda xwe berdewam kirin. 
 
Malbatê ji welatî û parêzerên diçûn edliyeyê re qala neheqiya li wan tê sepandin, kirin. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal jî vê peyamê belav kir: “Îro în e. Meleyên girêdayî Serokkomariyê wê nimêja xutbeyê bikin. Wê di Sûreya Nahl de ku ‘Xwedê edaletê ferman dike’ derbas dibe, bixwînin. Wê li ber deriyê edliyeyan jî hiqûqa serwera were sepandin.”