Malbata Şenyaşar: Ên ku dibêjin 'edalet heye' şîrîkên zilmê ne

Malbata Şenyaşar bal kişande ser giringiya berxwedanê û got, ''Ên ku dibêjin edalet heye, dibine şîrikê zilma li ber edliyê.''

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît) ku sê kes ji malbata wan ji aliyê AKP’iyan ve di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûsê hatibûn kuştin, di roja 275’an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar ji 9’ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dike û ji bo vê yekê nobetê li dar dixe. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal wêneyê sê kesên ji malbata xwe yên hatin kuştin belav kir û wiha got: “Em dijîn û li ber xwe didin. Çimkî berxwedana ji bo edaletê jiyîn e. Kujerên ku van 3 mirovan li nexweşxaneyê bi hovane kuştin, hê jî di nava xelkê de ne... Yên ku dibêjin edalet heye, dibin şirîkê zilma li ber avahiya edliyeyê.”