Mahîr Beklevîş ê HDP’yî hate girtin

Rêveberê berê yê HDP’ê Mahîr Beklevîş ê ku li Êlihê di operasyona qirkirina siyasî de hatibû destgîrkirin, hate girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Êlihê lêpirsînek dabû destpêkirin û di 27’ê Mijdarê de endama TJA’yê Sedef Ozdemîr, Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Vahîbe Çelîk, Rêveberê HDP’a Êlihê Sedat Yildiz, rêveberê berê yê HDP’ê Mahîr Beklevîş û rêveberên berê yên HDP’ê ya navçeyê Sevcan Oz û Bêrîvan Altûn hatibûn destgîrkirin.

Ev kesên bi hinceta ‘endamên rêxistinê ne’ hatibûn girtin duh piştî îfadeya wan a li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê sewqî dadgehê hatin kirin. 

Dadgehê derbarê Beklevîş biryara girtinê da. Dadgehê bi şertê kontrola edlî jî pênc kesên hatibûn destgîrkirin, berda.