MŞD'ê li dijî planên qirkeriyê yên li ser Şengalê daxuyanî da

MŞD'ê bal kişand ser planên dagirkerî û qirkeriyê yên li ser Şengalê û bang li Êzidiyan kir ku siyaseta PDK'ê û faşîzma dewleta Tirk baş fêhm bikin û ji her demê bêhtir xwedî li Şengalê derkevin. MŞD'ê diyar kir, "Xweseriya Şengalê azadiya Êzidxanê ye."

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) têkildarî planên dagirkerî û qirkeriyê yên li ser Şengalê tên kirin daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi sernavê "Dewleta Tirk dixwaze tola DAÎŞ'ê bi hevkariya PDK'ê ji Şengalê hilîne û Şengalê dagir bike" hate weşandin.

Daxuyaniya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) wiha ye:

"Di demên dawî de,bi teybetî PDK û gelek derdor li hemberî Şengalê û civaka Êzidî daxuyaniyan didin. Civaka Êzdî li Şengalê dikin hedef û êrişa faşîzma AKP û MHP.

Di serî de PDK û derdorên nêzikî wê, serkeşiyê ji vê yekê re dikin. Hikûmeta Iraqê ya navendî bi bêdengiya xwe piştgiriyê dide vê siyasetê. Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê jî destûrê dide dewleta Tirk ku êrişî civaka me a li Şengalê bike.

Ev hêz, bi siyaset û helwestên xwe, sedema sereke ya qirkirin û fermanên li ser civaka Êzidî yên ji dîrokê heta Fermana 3'ê Tebaxa 2014'an, heya êrişên ku rojana li ser ax û civaka me pêk tînin eşkere kirin.

Di serî de dewleta Tirk (ku berdewamiya dewleta Osmanî û Selçûkî ye,) nêzîkî hezar salî, bi dehan fermanên bi armanca tunekirin û bi darê zorê misilmankirinê anîne serê civaka Êzidî û dixwaze vê civakê ji ser rûye erdnigariya Kurdistanê tune bike. Civaka Êzidî ku li seranserê Kurdistanê dijî, îro tenê li çend cihan wek civak û kom maye.

Dewleta Tirk ku di dîrokê de her tim xwest ku vê civakê ber bi tûnebirinê ve bibe, di 3'yê Tebaxa 2014'an de ji bona siyaseta wê, ya Osmaniya-Nû, erdê ji civak û baweriyên din ku ne li gorî siyaset û birdoziya wan in li ser paqij bike, hemû hêz û derfetên xwe kirin dewrê de ku DAÎŞ bi hêz bibe. PDK jî bû hevkarê parçeyek we konseptê.

Îro li Tirkiyê nêzî 500-600 kesên Êzidî dijîn. Di dîrokê de bi hezaran cih û warên Êzidiyan li seranserê Bakurê Kurdistanê hebûn. Heya sembol û şopên civaka Êzidî jî, ji wan herêman hatine rûxandin. Li hemberî Êzidiyan li wir qirkirinek fîzikî, olî, çandî û dîrokî pêk hat. Lê li aliyê din, hîna bi sedan jin û zarokên Êzidî ku di fermana 3'ê Tebaxê de, hatin dîlgirtin û bûyîn kole li seranserê Tirkiyê de di destên hovên DAÎŞ'ê de ne.

Dewleta Iraqê ku piştî sala 1932'an ava bû şûnde, yekem tişta ku kir êrişên li ser gelê Kurd û civaka Êzidî bû. Ji bona ku civaka Êzidî ya li Şengal û Şêxan bike bin mîrê dagirkerî û bindestiyê, bombekirina bi balafiran jî di nav de, êrişî van hêrêman kir û bi dehan rêberê vê civakê bidar vekirin, bi sedan jî dîl girtin. Li rexmî ku di referandûma sala 1933'an de, serok eşîrên Êzidî biryar dan ku girêdayî Iraqê bimînin û li dijî girêdana bi Surîyê re derketin ev siyaseta tûnekirinê ya li hemberî civaka Êzidî hat meşandin. Siyaseta erebkirina Êzidiyan, ji sala 1932'an heya têkçûna rejima Baas ya sala 2003'an, bi hemû hêza xwe di meriyetê de bû. Di nava dewleta Iraqê de ti cihê Êzidiyan tûnebû û ew bê statû bûn. Piştî rûxandina rejima Baas ya li Iraqê û avakirina desthiltdariya dibin erebên Şîa bû sedema bingehîn ya bermayiyên vê rêjimê û aligirên wê. Ev siyaset bû ku rê li pêşiya Al-Qaîda û piştre jî DAÎŞ'ê vekir. Eger DAÎŞ hatibe û ferman anîbe ser civaka Êzidî, di vir de par û rola herî mezin a hêzên ku piştî Saddam Iraq birêvebirine ye.

Yek ji amurên vê siyaseta asîmilasyon û tunekirina civaka Êzidî, xirakirina gundên Êzidiyan li Şengal û Şêxan bû. Bi sedan cih û warên Êzidiyan di salên 70'î de hatin xerakirin û Êzidî li komelgehan hatin bicîhkirin. Bi vê yekê Êzidî ji ol, çand, dîrok, war û civakbûna xwe hatin qutkirin û bingehê tûnekirinê hat amadekirin. Bi taybetî ji nêzî 160 gundê li Şengalê ku di qontara çiyê de bûn hatin valakirin. Êzidiyên li wir anîn nîvê çola Cizîrê û dora wan jî bi erebên şovenî hate dorpêçkirin. Ji bilî asîmilekirin û bêparastin hiştina civaka Êzidî, ji stargeh û keliha wê ya xwezayî, armancek din a rejima Baas ew bû ku, pêşî Li tevlîbûn û piştgiriya Êzidiyan ya nav hêzên Pêşmerge bigre.

Bi sedan Êzidî tevlî nav rafên Pêşmerge bûbûn û Çiyayê Şengalê bû yek ji stargehên Pêşmergeyan. Di dîrokê de bi dehan caran neyarên vê bawerî û civakê êriş û ferman anîn serê wê, lê ji ber ku di çiyê de bûn, dijminên wan nekarîn bigêhin armancên xwe.

Li rexmî ku Êzidî ji ber nêzîkbûna wan a ji hêzên Kurdî re, bi taybetî ji ber piştgiriya wan a bi PDK'ê re, ji aliyê rejima Baas ve hatin cezakirin û ew ji bingeh û stara wan hatin derxisin. PDK'ya di bin sêrkêşiya Berzaniyan de, zirara herî mezin hîn di salên 75 de, dan civaka Êzidî. PDK'ê kurê dezgeha olî ya civaka Êzidi ya herî bilind, kurê Babaşêx Şêx Hiseyn qetil kir. Şêx Hiseyn piştî Peymana Cezayîrê ya sala 1975'an bi nemir Mam Celal Talebanî re tevdigere û yek ji damezrênerê YNK'ye. Di sala 1978’an di şerê di Qilebanê de, dîl dikeve destê PDK û bi awayekî hovana li ser Fermana Mala Mustafa Berzanî ji aliyê Samî Ebdulrehman ve tê qetilkirin. Piştî vê bûyerê bi hezaran Êzidî ji PDK û YNK qut dibin û di sedsala 20'an de, cara awil civaka Êzidî li hemberî doza Kurd sar dibin. Bi vê yekê siyaseta erebkirina Êzidiyan ku rejima Baas dabû destpêkirin, di nav beşek Êzidî de bi bandor dibe. Eger di roja me de ev siyaset di nav Êzidiyan de bi bandor bûye, sedem yek jê fermanên Mîr, Beg û desthiltdarên Kurd ya di 200-300 salên dawî û siyaseta PDK'ê ye.

ARMANCA ÊRIŞÊN 2007'AN

Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê bi destpêka şerê di navbera Iraq û Îranê de yek ji wan hêzên sereke bû ku piştgirî da rejîma Baas û Saddam û ew li ser gelan kir Firavûnê demê. Piştgirî û siyaseta Emerîkayê ew har û dîn kirin. Eger Saddam bû be Saddam, yek ji sedemên sereke ev siyaseta wê bû. Piştî şerê Kendavê yê sala 1991'î Şengal di bin paralêla 36'an de hat hiştin. Bi vê yekê re Civaka Êzidî bi zanebûn di bin desthilatdariya faşîst a Saddam de hiştin. Piştî rûxandina rejima Baas a sala 2003'an civaka Êzidî li bendê bû ku bi Herêma Kurdistanê ve bê girêdan. Biryar hatibû standin ku di sala 2007'an de referandûm pêk were û Şengalî biryara xwe bidin. Ji sedî 90'e civaka Êzidî li gel girêdana bi Hêrêma Kurdistanê re bûn. Lê ya balkêş ew e ku di heman salê û demê de komkujiya li Sîba Şêx Xidir û Til Izêr pêk hatin û bi vê awayî pêşî li vê yekê hat girtin. Di wan teqînan de nêzî 300 Êzîdiyî hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn. Piştî hingî ne kesên ku ev komkujî pêk anîn diyar bûn û ne jî referandûm pêk hat. Wek ku tê zanîn jî, wê demê li wir hêzên PDK bûn. Em ji hûkûmeta herêma Kurdistanê dipirsin, kê ev komkujî pêk anîn, çima Civakê me nehat parastin? Em dixwazin bi bîr bînin ku, yên ku ev komkujî girtin ser xwe hêzek bi navê 'TIT' (Tugaya Tolhildana Tirk,) ku beriya hingî navê wê di dehan kuştinên li Kurdistana Bakûr derbas dibû. Ev hêz yekser girêdayî Kontr-Gerîlayê Tirk bû, ku di salên 50-60 li Emerîkayê hatibûn perwerdekirin û piştre jî, ji aliyê NATO ve dihat fînansekirin.

Piştre vê hêzê di nav DAÎŞ'ê cih girtibû. Bi gotinek din DAÎŞ'iyên destpêkê yên li herêmê ew bûn. Yek ji sedema sereke ya bihêzbûna van kesan siyaseta Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê ya li Iraqê û hikûmeta navendî ya Iraqê bûn. Kê ev komkujî li Sîba Şêx Xidir û Til Izêr pêk anîbe, bila bibe, ev di encama siyaseta we ya xelet ya  PDK pêk hat.

Bingeha komkujiya sedsalê ya li hember civaka Êzidî, di siyaseta piştî komkujiya di sala 2007'an de hat avêtin. Piştî 2007'an hêzên Pêşmerge bi awayekî giştî asayîş girtin dest xwe û qutbûna di navbera Erebên li herêmê û Êzidiyan kûr bû. Her ku ev kûrbûn dijwar bû, civaka Êzidî nêzikî Herêma Kurdistanê bûn û Şengal bi her awayî ket bin kontrol û desthilatdariya PDK.

Li aliyekê civaka Êzidî xwe nêzî Herêma Kurdistanê û gelê Kurd dikirin, lê li aliyê din jî pêşdarazên di nav gelê Kurd de, di asta herî jor de bûn û Êzidî li Kurdistanê rastî hemû cûdekarî û êrişan dihatin. Vê yekê hemû hêviyên civaka Êzidî yên ji Herêma Kurdistanê kuştin. Êzidî li Kurdistanê ne dihatin qebûlkirin û hebûna desthilatdariya hêzên Kurdî ya li Şengalê jî nakokî û dijberiya ereban ya li hemberî Êzidiyan xûrt kir. Di vê navberên salên 1992-2014'an de tenê li Welatşêx di encama siyaseta PDK'ê ku li hemberî civaka Êzidî meşand de, nêzî 200 hezar Êzidî cih û warên xwe terikandin û berê xwe dan derveyî Kurdistanê. Herêmên ku beriya 1992'an hejmara Êzidiyan lê ji sadî 80-90 bûn, îro daketiya ji sedî 20-30'î.

ROLA PDK'Ê YA DI ÊRIŞÊN 2014'AN DE

Beriya 3'ê Tebaxa 2014'an, li Şengalê hêza sereke PDK'ê bû. Bi taybetî jî piştî dagirkirina Mûsilê ya di 9'ê Hezîrana 2014'an ya ji aliyê DAÎŞ'ê ve, PDK bi her awayî kontrola Şengalê girt destxwe û di navbera 12-15 hezar Pêşmergeyî li vir bi cih kirin. Li ser hemû bang û serlêdanên civaka Êzidî ya ji bo parastina Şengalê, PDK'ê got 'ezê heya dawî vê derê biparêzim' û derfet neda ku civaka Êzidî xwe biparêze. Pêşî li hemû hewildanên biçekbûnê û ewleyiya civakê girt û Şengal bê parastin hişt. Dema ku di 3'ê Tebaxê de, DAÎŞ'ê bi 300 kesî êriş anîn serê civaka Êzidî, nêzî 15 hezar hêzên Pêşmerge reviyan û rê li pêşiya hewildanên xwe gihandina gel ya cihên bi ewle girtin. Bi vê yekê bûn sedema qirkirina herî mezin a sedsalê û herî dijwar a vê civakê.

Di encama vê Fermanê de, bi hezaran Êzidî hatin kuştin, bi hezaran keç û jinên êzdî hatin revandin, bi sedhezaran însanên me dest ji war û milkên xwe berdan û xwe avêtin çiya û çolan.

Li ber çavên cîhanê û siyaseta hêzên heremê, bi hezaran zarok ji tîbûn û birçibûnê mirin. Bi sedhezaran Êzidî ji hev tert û belav bûn û hîna di kampên mîna zindan û dojehê de dijîn. Di van 6 salan de bi sedhazaran Ezidî li Cîhanê belav bûn û bûn penaber. Beriya êrişa 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê nêzî 500 hezar Êzidî dijîn, îro tenê tevî vegerê dawî 150 hezar kes mane. Bi vê siyaseta qirkirinê ne tenê civakek, olek, çandek her wiha mîrasek mirovahiyê jî tê tunekirin.

'PDK DIXWAZE CAREKE DIN RÊ LI PÊŞIYA FERMAN Û QIRKIRINÊN NÛ VEKE'

Wekî ku qirkirin û malxerabûna hatî serê civaka Êzidî ya li Şengalê ne bes be, dîsa îro PDK ku bûne sedema vê qirkirinê carek din, dixwazin rê li pêşiya Ferman û qirkirinên nû vekin û axa Êzidiyan a pîroz dagir bikin. Em li vê derê di serî de bang li Dewletê Yekbûyî yên Emerîkayê dikin û dibêjin ma wext nehatiye ku hûn dev ji siyaseta xwe ya xelet berdin. We Saddam û DAÎŞ kir bela li serê mirovahiyê û di encamê de, bi milyonan kes bûn qurban û ji her demê bêhtir nakokiyên di navbera gel û baweriyan de kûr û xûrt bûn. Hûn niha carek din dixwazin Erdogan li serê mirovahiyê bikin bela û pêşî li qirkirina me vekin?

Çarenûsa Şengalê wê ne bi lihevhatina navbera DYE, Hûkûmeta Iraqê, Hûkûmeta Herêma Kurdistanê û dewleta Tirk ya dagirker ku sêrkêşiya we dîktator Erdogan dike bê diyar kirin. Divê, di serî de Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê qebûl bike ku çareseriyên ji jor ve, yên dûrî rastiya civakên li herêmê, bi taybetî jî çareseriyên dûrî rastiya civaka Êzidî, xweza, bawerî, erdnîgarî, çand û nasnameya wê, bi xwe re hin bêhtir tevlîhevî, qurbanî, xerabûn û fermanan bîne. Her wiha wê nakokiyên di navbera gel, bawerî civakan de kûr bibin. 17 salên dawî yên li Iraqê divê derbarê tijî ders û tecrûbeyên neyênî ne. Divê ev xeletiyên ku di encamê de, bi milyonan mirov bûyîn qurbanî carekdin neyên dûbare kirin û siyaseta hovên heremê wek xetereyek li ser gelên heremê nemîne. Ev ne ji bo aramî û berjewendiya tu aliyê ye.

'DEV JI HÎMÊ NIJADÎ BERDIN, ÎRADEYA CIVAKA ÊZIDÎ, STATUYA ŞENGALÊ NAS BIKIN'

Em daxwaz, li hikumeta navendî ya Iraqê jî dikin ku dev ji siyaseta li ser hîmê nijadî û olî berdin û gavên naskirina îradeya civaka Êzidî ya li Şengalê bavêjin. Aramî û statûya li Şengalê wê bibe hîmê aramî û demokrasiya li tevahiya Iraqê jî.

Di vê çerçoveyê de, em bangawaziya 3. a Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ya ku li Komara Iraqê hatî kirîn carek din dûbare dikin û dibêjin;

Werin rewşa gelê Êzidî ji nêz ve bişopînin. Nirx û destkeftiyên civaka Êzidî ya piştî fermanê ku bi ked û xebata cangoriyan hatin bidestxistin nas bikin. Bi awayeke fermî îradeya wan a siyasî û leşkerî qebul bikin. Ji bo dahatuya gelê me mîsoger bibe û êdî ferman pêk neyên, pêwîst e rayedarên Iraqê girîngiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û hêzên parastinê yên Şengalê ji bo gelê me têbigehê û li gorî wê statuya wan bi pejirîne.

'ŞENGAL JI HER DEVERÊ EWLETIR E, YEKANE ASTENGÎ; DORPÊÇKIRIN E'

Em li vê derê dixwazin çend gotinan ji PDK û hikumeta Herêma Kurdistanê re jî bêjin. Di 2003'an heya 2014'an hûn li Şengalê desthilatdar bûn. 2007'an komkujiyên Siba û Til Izêr hatin serê civaka me. Di 2014'an de qirkirina sadsalê pêk hat. Wê demê ne PKK û ne jî hêzek din li Şengalê bû. Hêzên ku komkujî û qirkirin anîn serê me hebûna we ya li Şengalê sedem nîşandan, tevî vê yekê li rexmî ku we em ne parastin jî, îro jî em dijberiya we ji dîrokê re dihêlin. Em niha tenê dibêjin ku êdî dev ji xeletiyên xwe berdin û bes bibin sedema Ferman û dagirkirina axa me. Hun jî dizanin ku ji 1'ê Nîsana 2018'an ve PKK'ê hêzên xwe di bin çavdêriya Cîhanê û bi taybetî jî ya DYE'yê de ji Şengalê vekişandin û ev yek jî bi raporan hatiye tespîrkirin. Hemû daxuyaniyên we ku hûn hebûna PKK'ê li pêşiya veger û avakirina Şengalê didin, bê bingehin. Şengal ji hemû deverên Iraqê bi ewletir e. Eger astengiyek li pêşiya veger û avakirina Şengalê hebe, ew jî dorpêçkirina Şengalê ya ji aliyê siyaseta we ya şaş û êrişan dewleta Tirk ya dagirkerin.

'BES ŞENGALÊ TEVLÎHEV BIKIN Û ÊZIDIYAN NEKIN HEDEFA DEWLETA TIRK'

Em ji we dipirsin, ma gelo li Welatşêx ji bilî we kî desthiltdar bû ku bi sedhezaran Êzidî cih û warên xwe terikandin û ne di nav ewlehiyê de ne? Hîna jî ji ber siyaseta wa ya „xwarina ji destên Êzidiyan nayê xwarin“ Êzidiyek nikare li herêmên di bin destên we de, xwaringeheke veke û Êzidî wek mirovên dereceya duyemîn û sêyemîn tên ditîn. Eger hûnê siyasetekê bikin, siyaseta bicihkirina mafên kesên Êzidî wek hemû hemwelatiyên din, ku li herêmên di bin desthilatdariya we de dijîn pêk bînin. Êdî gavên erênî yên pêşîgirtina koçberiya ji Welatşêx bavêjin û dest jê berdin. Bes Şengalê tevlîhev bikin, Êzidiyan bînin hemberî hevdû û wan ji dewleta Tirk re bikin hedef.

'ŞENGAL DI DÎROKÊ DE YEKEMCAR JI ALIYÊ ŞÊNIYÊN XWE VE TÊ PARASTIN'

Li Şengalê PKK tûneye, lê belê Êzidiyên ku felsefeya Tevgera Azadiyê û tecrûbeyên wê yên jiyana hevbeş û wekhev ji xwe re kirina rêbaz û siyaset dijîn hene. Bi sadê salan pêşiyên wan li wir bûn û zarokên wê axê ne û gelê vê derê ne. Li Şengalê bi ked û derfetên ku mîna tû axê bi tiliyên xwe bikole, bi êş, birîn û bi xwîna hezaran cangoriyên li ser wê axê, modelek û pergalek li ser hîmê azadî, wekhevî, demokrasî û rastiya civakên li Şengalê hatine avakirin. Ji meclîsên tax, gund, bajarok û bajaran bigre, heya dibistan, dezgehên tendirûstî, çandî û yên rêveberiya civakî hatine damezrandin. Êdî îro ji ber ku zarokên wî gelî erka xwe ya asayî û parastinê pêk tînin û 24 saetan di nobedê de ne, dayik, bav, xûşk û birayên wan bi aramî serê xwe dideynin û dijîn. Cara yekemîn di dîrokê de, ne kesekî xerib û kesên xwecihî wir diparêzin. Hemû hewldanên li dijî vê pergala civakî û demokratîk, destwerdana ji derve ye û li dijî rastî û xwezaye Şengalê û gelê wê ye.

Em ji tevahiya mirovahî û dinyayê re radigihînin, ku mafê ti kesî tûneye ku vê gelî û zarokên wê ji vê axê derxe. Em ê heta dawiyê bi hemû kom, bawerî û gelan re, jiyanek di nav aramî û aşitiyê de bikin armanc, lê belê eger tevahiya dinyayê jî bi ser me de werê, emê dev ji ax a xwe ya pîroz bernedin.

'ARAMÎ BI NASKIRINA CIVAKA ÊZIDÎ DIBE'

Eger DYE, Hûkûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê aramî û wekheviyê li Iraqê dixwazin, divê ew îradeya civaka Êzidî ya li Şengalê jî qabul bikin û wan muhatab bigrin.

Na mafe PDK nejî Hezêk dina liser Peşerojê Şengale biryare bidin.bi taybetî heze ku Şengal be parastin hiştin bila şerm bikin,ku liser Şengalê axivin. Biryar ya gele Şengale ya.

Em bang li Civakê Êzdî dikin ku siyaseta PDK'ê û dewleta Tirk a faşîzma AKP-MHP'ê baş fêhm bikin, neyên lîstokên PDK'ê, ji her demê bêhtir xwedî li Şengalê derkevin. Xweseriya Şengalê azadiya Êzidxanê ye."