Li Zagrosan merasîma Newrozê: Sala 2021'ê wê gelekî dijwar be!

Li qada Zagrosê ku di bin kontrola gerîla de ye, bi wesîleya cejna Newrozê pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Bi navê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt tevlî merasîma pîrozbahiyê ya li qada Zagrosê bû.

Ji dehan herêman, gerîlayên HPG û YJA Starê li qada merasîmê amade bûn.

Malazgîrt 21'ê Adarê Cejna Newrozê li gerîla, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û welatparêzan pîroz kir.

'SALA 2021'Ê WE GELEKÎ DIJWAR BE'

Malazgîrt got, "Sala 2021'ê wê gelekî dijwar be. Ji çiya, deşt û bajarên Kurdistanê heta metropolên Tirkiyeyê şer wê giran bibe. Dewleta Tirk ji bo şer li nava bajaran belav nebe, dibe ku operasyonên taybet bike. Ji sala 2017'an û vir ve li gelek deverên cîhanê operasyonên taybet li dar xistin û di encama vê de jî şerê giran qewimî. Lê encama ku dixwestin nekarîn bi dest bixin. Eger bê bîra we, dewleta Tirk di Newroza 2017'an de digot ku PKK wê biqede û dixwest ji vê bawer bike. Hin dewletan alîkarî dan wan, derfet dan, hin çekên taybet ji wan re amade kirin, balafirên bêmirov zêde kirin û xwe spartin vê yekê, bi vî rengî hesabê tunekirina PKK'ê kirin. Ji bo vê bikin jî derfetên xwe hemû seferber kirin."

'HÊZA DEWLETA TIRK TÊRA QEDANDINA GERÎLA NAKE'

Malazgîrt destnîşan kir ku PKK ne sala 2017'an ne jî piştî wê tune nebû û got, "Hûn dibînin ku em Newroza 2021'ê pîroz dikin."

Malazgîrt got, "Hêza dewleta Tirk têra qedandina gerîla nake" û wiha dewam kir, "Baş e çavkaniya vê çi ye? Ev ked, fedakarî û berxwedan ji kîjan hêzê çavkanî û enerjiyê werdigire? Bingeha xwe qewîn e. Bingeha xwe ruhê têkoşînê yê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Rewşen û gelek pêşengên PKK'ê ye."

Malazgîrt anî ziman ku ew bi vî ruh û îradeyê 40 sal in li dijî dagirkeriya dewlet Tirk têdikoşin û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo tunekirina Kurd û Kurdistanê, PKK'ê weke astengiya yekane dibîne, lewma ewqasî êriş dike.

'HETA KU PKK HEBE KES NIKARE KURDISTANÊ TUNE BIHESIBÎNE'

Malazgîrt got, "Ew baş zanin ku heta PKK hebe, kes nikare Kurd û Kurdistanê tune bihesibîne. Ji ber vê yekê bi dijwarî êriş dikin."

Malazgîrt careke din destnîşan kir ku sala 2021'ê wê gelekî dijwar be û got, "Wê demê wezîfeya her hevrêyan ew e ku xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk baş amade bike û bi fedakariyeke mezin li dijî dagirkeriyê şerekî mezin bike."