Li Xakurkê û Cûdî 4 leşker hatin kuştin, çeperek hate îmhakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de yên li Xakurkê û Cûdî 4 leşker hatin kuştin, çeperek û mobeseyek hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

XAKURKÊ

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Ronya de hêzên me li Girên Şehîd Axîn û Şehîd Bêrîtan ên li Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker xistin bin kontrola xwe, di 17’ê Tîrmehê de saet di 17.00’an de li vê yekîneya dijmin da. Di vê çalakiyê de çeperek, kamerayeke mobeseyê hate îmhakirin û 3 leşkerên dijmin jî hatin kuştin.

ŞIRNEX

Di 13’ê Tîrmehê de saet di 08.15’an de li qada Gelîyê Hesena yê Cûdî ya Şirnexê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker şer çêbû. Di van şeran de bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin u gelek leşker jî birîndar bûne. Rêhevalê me Alîşêr Hebûn ê ku heta fîşeka xwe ya dawîn li hemberî  dijmin şer kiriye jî şehîd bûye.

Piştî şeran artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran li qadê daye, di 14’ê Tîrmehê de bi helîkopterên Skorsky leşker aniya qada Navsera Cûdî. Hêzên dagirker di 15’ê Tîrmehê de ji qadê vekişiyane.

GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Alîşêr Hebûn

Nav û paşnav: Osman Dûrmûş

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Meryem – Alî

Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Tîrmeha 2020’an – Cûdî

Rêhevalê me Alîşêr di sala 1997’an de li Silopiya Şirnexê ji dayik bûye û zilma dijmin ji nêz ve dîtiye. Rêheval Alîşêr di sala 2014’an de tevlî nav refên azadiyê bûye û di nava demeke kurt de bûye şervanekî jîr. Rêheval Alîşêr li ser xeta şehîdên qehreman , bi şîara ‘Teslîmîyet mirov dibe îxanetê, berxwedan jî dibe serfiraziyê’ heta fîşeka xwe ya dawîn şer kiriye.

BALEFIRAN ZAP BOMBERDÛMAN KIR

Di 18’ê Tîrmehê saet di 19.30’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qadên Kurojahro û Karker a Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir. Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”