Li Xakurkê kozikek dagirkeran hate rûxandin, dagirkerek hate cezakirin
Gerîlayên HPG'ê/YJA Starê li Xakurkê kozikek dagirkeran rûxandin, dagirkerek ceza kirin.
Gerîlayên HPG'ê/YJA Starê li Xakurkê kozikek dagirkeran rûxandin, dagirkerek ceza kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyên gerîa û êrîşên dagirker daxuyaniyeke niviskî da.
HPG'ê di daxuyaniyê de ev agahî par ve kirin:
''Hêzên me 15'ê Adarê saet 12:20'an li herêma Xakurkê li Gire Şehîd Axîn li dijî dagirkeran çalakiyeke serkeftî kirine. Rokêtên hêzên me li kozikên dijmin ketine, kozik hatine rûxandin û dagirkerek hatiye cezakirin û yên din birîndar bûne. Piştî çalakiyê dagirkeran li derdorê reşandine û eynî rojê saet 22:30'î kuştî û birîndarên xwe bi helîkoptêran ji qadê rakirine.
ÊRÎŞA LI SER QADÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ
Dewleta Tirk a dagirker êrîşa hewayî aniye ser Qadên Parastinê yên Medyayê.
Derheqê êrîşên hewayî agahiyên berfireh wiha ne;
13'ê Adarê saet 10:30'an qada Cîloya Kiçik a Zapê, saet 11:00'an qada Karker bi balafirên şer hatiye bombekirin.
14'ê Adarê navbeyna saet 10:30'an- 12:00'an derdora gndê Kanîsarkê ya Garê bi balafirên şer hatiye bomekirin.
14'ê Adarê navbeyna saet 11:00-12:00'an qada Şehîd Rustem a Zapê bi balafirên şer hatiye bombekirin.
14'ê Adarê saet 14:20'an qada Mamreşo a herêma Avaşînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.
14'ê Adarê saet 14:45'an qada Girê Colemergê ya Metîna bi balafirên şer hatiye bombekirin.
Di van êrîşên hewayî de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.''