HPG: Kozik tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li qada Lêlkan a Xakurkê li kozikeke artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de kozik tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

5'ê Kanûnê saet di 14:20'î li qada Girê Lêlkan a Xakurkê, hêzên me ji du baskan ve li dijî kozikeke dagirkeran çalakiyeke koordîneyî ya gerîla kirin. Di encamê de kozik tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin.

7'ê Kanûnê danê nîvro li qada Cîloyê Biçûk a herêma Zapê, hêzên me li droneyên artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encama destwerdana hêzên me de drone neçar man ji herêmê biçin.

9'ê Kanûnê saet di navbera 09:45-10:00 de artêşa Tirk a dagirker qadên Kûnişka, Girê Şehîd Fedakar û Şehîd Şahan ên herêma Zapê û saet di navbera 19:00-19:10'an de qadên Şehîd Rustem û Saca yên herêma Zapê bi balafirên şer bombe kir.

Dewleta Tirk a dagirker ku di Operasyona Şoreşgerî ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê de li Zapê derba giran xwar, bi êrişên hewayî yên berfireh ên li ser Zapê dixwaze ku têkçûna xwe binixumîne. Di van êrişên bêkêr ên dewleta Tirk a mêtinger de tiştek bi hêzên me nehatiye.

Artêşa Tirk a dagirker piştî êrişa hewayî ya 18'ê Mijdarê li qada Şehîd Ehmed a Xakurkê operasyona dagirkeriyê dewam dike. Agahiyên li ser vê operasyona ji bo dagirkeriyê dema bi dest ket, wê bi raya giştî re bên parvekirin.

7'ê Kanûnê saet di navbera 12:00-13:00 de artêşa Tirk a dagirker qada Şehîd Şerîf a Xakurkê bi balafirên şer bombe kir."