Li wargeha Mexmûrê hilbijartina şaredariyê destpê kir

Şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo hilbijartina hevşaredar û endamên encûmena şaredariyê dest bi dengdanê kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) di demjimêrên sibehê de li heşt navendan hilbijartin hat destpêkirin.

Di vê hilbijartinê de ê hevşaredar û heft endamên encûmena şaredariyê bêne hilbijartin. Ji bo vê jî bîst namzet ji bo encûmeniyê, çar namzet jî ji bo hevşaredariyê ketin pêşbirkê.

Di van kêliyan de jî xelkê wargehê bi kelecanek mezin diherikin ser sindoqan.

Hilbijartin li gorî dema herêmê saet di 08:00 de destpê kir û wê saet di 17:00 de bi dawî bibe. Her wiha piştî ku deng dayîn qediya wê encamên hevşaredar û encûmenan were eşkere kirin.

Hêjayî gotinê ye ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê her du salan carekê hilbijartina şaredariyê tê kirin.