Li Wanê sala 2021’an binpêkirina mafan zêdetir bûye

Serokê Şûbeya ÎHD’ê ya Wanê Parêzer Mehmet Karataş got sala 2021’an li Wanê binpêkirina mafan zêdetir bûye.

Serokê Şûbeya ÎHD’ê ya Wanê Mehmet Karataş diyar kir sala 2021’an binpêkirina mafan zêdetir bûye.

Karataş destnîşan kir li Wanê bi vê maneyê paşveçûnek heye û got, ‘’Komeleya me ji ber xebatên li ser heq û azadiyan, ji bo gazinên ku têne kirin çareser bibin serlêdanan bi domdarî distîne. Sala 2021’an binpêkirina mafan zêdetir bûye. Em bi rehetî dikarin vê bibêjin; binpêkirina mafan kêm nabe, zêdetir dibe.’’

Tesîra binpêkirina mafan a li ser civakê zêde ye. Xasma jî tişta ku li girtîgehan dibe binpêkirina giran a mafan e, têkilî binpêkirina krîza aborî, derneketina kuçeyan, nekarîna vegotina problemên xwe serî li saziya me didin. Divê mirov vê şanî wan rayedaran bike ku dibêjin li welatê me mimeleya xirab, êşkence nine.’’

Karataş diyar kir êdî li avaniyên edliyeyan jî êşkence tê kirin û got, ‘’Hêza camewriyê li hemû qadan li ser mirovan bûye miemeleya kêfî. ‘’

Karataş li ser êşkenceya li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê jî sekinî, diyar kir ji ber sê sedeman maf têne binpêkirin û got, ev ji ber problemên avaniyê yên girtîgehê, ji ber mewzûata yasayî û nêzîktêdayinên konjonktrûl in.

Karataş diyar kir divê ev sedem ji holê rabin. Karataş got girtiyên di girtîgehên Tîpa F’yê de ji jiyanê têne qutukirin, li qadeke teng têne asêkirin û got, ‘Em vê di wê helwestê de ya li bara Abdullah Ocalan de jî dibînin. Derveyî mewzûata yasayî pratîkek heye. Rêzikname bi helwestên wiha ne ku li rûmeta mirovî nayên.’’

Karataş têkilî qedexeya li ser çalakî û bernameyan ku ev 6 sal in li Wanê didome got, ‘’Li Wanê ji sala 2016’an û wir ve qedexe heye, Rewşa Awrte tê domandin û Wan bûye girtîgeheke servekirî ye.

Rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî nikarin daxuyaniya çapemeniyê bidin û bimeşin. Gelê Wanê li derve nikarin bernameyên muzîkê çêbike Peymanên navnetewî jî di nav de mafê meş û xwepêşandanê ku ji hêla yasayî ve hatine mîsogerkirin tê binpêkirin.’’