Li Wanê li dijî tecrîdê rê hatin girtin
Li navçeya Artemêtanê ya Wanê bi dehan kesan ji bo protestokirina tecrîdê û ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê rê ji trafîkê re girtin.
Li navçeya Artemêtanê ya Wanê bi dehan kesan ji bo protestokirina tecrîdê û ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê rê ji trafîkê re girtin.
Li navçeya Artemêtanê nêzî sed kesan li Rêya Îpekyolû bi wêneyên Leyla Guven rê ji trafîkê girtin û sloganên ‘Bijî berxwedana Leylayê’ meşiyan.
Parlementera Wanê ya HDP’ê Mûazzez Orhan, rêxistinên navçeyên HDP’ê, hevşaredarên ku qeyyûm li şûna wan hatine peywirdarkirin, namzetên hevşaredariyan û gel tevlî çalakiyê bûn.
Çalakgeran rê ji trafîkê girtin û bi berzkirina sloganan belav bûn.